Can Yûsiv
Derhêner Sulav Şeyda; Mûma sînemaya Kurdî, ku rêyên azadiyê ronî kir.
Jina Kurd di parastina mîrateya dîrokî û çandî ya gelê Kurd de roleke girîng lîstiye, wê bi rêya wêje û hunerê di parastina nasname, ziman û bîra hevpar a gelê Kurd de beşdariyeke mezin kiriye, tevî astengên civakî û pirsgirêkên ku di demên dirêj ên dîrokê de li pêşiya wê hatine danîn, wê bi îrade û berxwedana xwe karîye ku di warên cuda yên afirîneriyê de cihê xwe bi hêz bigire, di nav wan de lîstikvanî û derhêneriya sînemayî jî hene û di rêya çand û hunera Kurdî de rûpelên ronahî bi tîpên zêrîn nivîsandine , û veguherîne ronahiyeke ku di şert û mercên herî dijwar de hişyarî, bedewî û hêviyê belav dike .
Di nav wan navên jinên afirîner de, navê lîstikvan, nivîskar û derhênera sînemaya Kurdî “Sulav Şeyda” weke yek ji hunermendên herî diyar ên ku di dewlemendkirina sînema û çanda Kurdî de cih girtiye derdikeve pêş , wê jêhatîbûna xwe ji bo xizmeta huner û afirîneriyê terxan kiriye û berhemên xwe ji bo belgekirina pirsgirêkên civakê û xem û derdên mirovan bi kar aniye. Bi vî awayî, wê di dîroka afirîneriya Kurdî ya hevdem de şopeke ronahî li dû xwe hiştiye û mîrateke hunerî û çandî ava kiriye ku hîn jî di bîra temaşevanan û sînemaya Kurdî de zindî maye.
Hunermenda Kurd “Sulav Şeyda” yek ji rûyên jinên herî diyar ê sînemaya Kurdî ya hevdem de tê hesibandin, wê di navbera lîstikvaniyê, derhêneriyê û nivîsandina senaryoyê de hevsengiyeke hêja pêk aniye, û bi berhemên xwe roleke girîng di tevgera sînemaya Kurdî lehîstiye; berhemên wê bandoreke diyar li ser bîra temaşevanan hiştiye.
Nivîskar û derhênera Kurd Sulav Hemê Xerîb, ku bi navê hunerî (Sulav Şeyda) tê naskirin, di sala 1987’an de li bajarê Silêmaniyê, ji dê û bavekî Kurd, hatiye dinyayê, Silêmanî yek ji girîngtirîn bajarên çandî yên Kurdistanê ye û navendeke berbiçav a afirîneriya wêjeyî û hunerî ye, di kolan û kuçeyên wê de, ku bîrdankê dihewîne û çiyayan himbêz dike, Sulava piçûk çavên xwe li ser cîhanekê tijî çîrok, wêne û deng vekir; ji ber vê yekê
huner bû dergehê wê yê yekem yê xwenaskirinê.
Wê rêwîtiya xwe ya hunerî di temenekî pir biçûk de dest pê kir; di sala 1994’an de,hîn di dema zarokatiya xwe de derbasî cîhana lîstikvaniyê bû , zû bala mirovan kişand ser jêhatîbûna xwe û şiyana xwe ya ku bi rastî û hesteke bilind dikarî rola kesayetiyên cuda bide pêk anîn, bi vî awayî, wê bi kamerayê re rêwîtiyeke dirêj dest pê kir; rêwîtiyek ku ne tenê beşdarbûna wê di berhemên hunerî de bû, lê belê projeyeke jiyanê bû ku wê jêhatîbûn, hewildan û evîna xwe ya ji bo afirîneriyê terxan kiribû.
Bi derbasbûna salan re, wê karî ku hebûna xwe di sînemaya û dramaya Kurdî de bide çespandin û ji zarokatiya ku li ber edeseya kamîreyê rawestiyabû veguherî yek ji kesayetiyên jin ên herî diyar û bibandor di qada hunera Kurdî de.
Ew beşdarî gelek fîlmên sînemayî yên Kurdî bû, ji wan yên herî berbiçav:
-Êşên gel»
-Sêgoşeya mirinê»
-Taxa Tirsdaran »
Di van berheman de, wê jêhatîbûneke balkêş û şiyaneke taybet di lîstina rolên cuda de nîşan da û karî aliyek mirovahî ya kûr li karakterên ku wê lîstine zêde bike.
Di heman demê de , wê di drama televîzyonê de jî hebûneke berbiçav hebû, û beşdarî gelek rêzefîlman bû ku belavbûneke berfireh bi dest xistin, ji wan:
-Pereng
– Guleke geştir
– Dûpişk
– Kurrepistê Rabirdûyê »
– Serketî û têkçûyî
– Sozek bi Evînê re
– Kiwêxa Sêwî û yên din.
Van berheman di pîşketina cihê wê yê hunerî û xurtkirina hebûna wê di nav temaşevanên Kurd de roleke girîng lîstin.
Ezmûna wê ya lîstikvaniyê bi şiyana wê ya ku dikare bikeve nav kûrîya karakterên ku dilîze diyar bû, wê rola xwe ne wekî nivîsekê ku tenê tê ezberkirin û pêşkêşkirin didît, lê wekî jiyaneke ku divê bi hemû hûrguliyên wê re li ber temaşevanan were jiyan kirin, ev yek bû sedema ku berhemên wê rastiya hunerî û hesteke mirovî ya kûr bistînin.
Rêwîtiya wê tenê bi lîstikvaniyê sînordar nema, lê berê xwe da nivîsandina senaryoyê, derhênerî û hilberîna sînemayî jî, wê çend fîlmên sînemayî hilberandin ku mijarên civakî û mirovî li ser wan rawestiyan, ji wan yên herî berbiçav:
– Bendewar be
– Soma
– Mîkrofon
– Dengdan
Van berheman dîtina wê ya hunerî û guhpêdana wê bi bikaranîna sînemayê ji bo xizmeta mirovan û mijarên civakê nîşan didin, ji ber vê yekê, ew bi zimanekî dîtbarî û bandorker xem û derdên mirovan û hêvî û daxwazên wan bi awayekî balkêş vedibêjin.
Di her fîlm, rêzefîlm an nivîsa ku wê nivîsandibû de, tiştek ji ruhê Kurdistanê hilgirtibû; ji çiyayên wê yên ku berxwedanê hîn dikin, ji bajarên wê yên ku çîrokan diparêzin, û ji jinên wê yên ku ji êşê hêz û ji bendewariyê hêvî çêdikin, ji ber vê yekê, serkeftina wê ne tenê serkeftineke kesane bû, lê beşek ji serkeftina jinên Kurd di ketina qadên afirînerî û pêşengiya çandî û hunerî de bû.
Di heyama rêwîtiya xwe ya afirîner de, wê gelek xelat û spasname wergirtin ku cihê wê yê hunerî nîşan didin û hebûna wê di festîval û çalakiyên çandî de,hem li hundirê Kurdistanê û hem jî li derveyî wê, piştrast dikin.
Ji nav wan xelatên herî girîng:
-Fîlma «Mîkrofon» çend xelatên girîng bidest xistin.
– Xelata Senaryoya herî baş ji bo fîlma «Rondik» wergirt.
– Xelata lîstikvana herî baş ji ber rola wê di fîlma «Dawa» de stand.
Van serkeftin û destkeftiyên wê cihê wê wekî yek ji afirînerên herî berbiçav di dîroka sînemaya Kurdî ya hemdem de piştrast kirin.
Sulav Şeyda yek ji wan hunermendên Kurd tê hesibandin ku di navbera lîstikvaniyê, derhêneriyê û nivîsandina senaryoyê de hevsengiyeke pêk aniye, wê bi huner û afirîneriya xwe di pêşxistina tevgera sînemaya Kurdî û nîşandana mijar û pirsgirêkên civaka Kurdî de beşdariyeke girîng kiriye.
Lê jiyana ku derfet da wê ku bedewî û afirîneriyê biafirîne, di heman demê de wê li ber ceribandineke dijwar jî danî, dema ku ew bi nexweşiyê re rû bi rû ma, tevî êş û zehmetiyên xwe, ew bi hêvî û xebata hunerî ve girêdayî ma, û navê wê heta rojên wê yên dawî di dîmena çandî de amade û zindî ma.
Hunermend Sulav Şeyda di 17’ê Tîrmeha 2023’an de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê piştî nexweşiya penceşêrê di temenê sîh û heft saliya xwe de koça dawî kir û mîrateke zengîn a hunerî û çandî li pey xwe hişt ku bû sedema dewlemendkirina sînema û drama Kurdî.
Bi koça wê re, sînemaya Kurdî û tevgera çandî ya Kurdistanê yek ji afirînerên xwe yên herî berbiçav winda kirin. Lê hunermendên resen bi temamî winda nabin, ji ber ku ew di berhemên xwe de, di bîra temaşevanan de û di bandora ku di wijdana civakê de dihêlin jiyana xwe didomînin.
Sûlav Şeyda ji lîstikvan, derhêner û nivîskara senaryoyê zêdetir bû; ew çîroka jinekê bû ku bawerî bi hêza hunerê û şiyana wê ya guhertinê hebû. Wê jiyana xwe ji bo afirîneriyê û xizmeta çanda Kurdî terxan kirbû.
Wê rêyên huner, azadî û afirîneriyê wekî mûmeke ronahî di tarîtiya rê de ronî kirin, û jêhatîbûn û hewildana xwe ji bo sînemaya Kurdî pêşkêş kir; mîrateke hunerî û çandî ya nemir ji bo nifşên paşerojê li dû xwe hişt.
Çawa ku mûm dişewite da ku ronahiya xwe bide kesên derdora xwe , Sulav Şeyda jî jiyana xwe di xizmeta huner û çandê de derbas kir, bi vî awayî ew bû yek ji wan mûmên ku riya afirîneriya kurdî ya hevdem ronî kirin û hêja ye ku di nav zindawerên çand û hunera Kurdî de cihê xwe bigire.
Sulav Şeyda dê her tim yek ji wan dengên afirîner ên ku îsbat kirine ku wêne dikare bibe helbestek, û kamîre dikare bibe bîra tevahiya gel.
Ji bo giyanê wê yê pak, rûmet û mandarî.
Ji mîrateya wê ya hunerî û çandî re mayînde û domdarî.






