Monday, October 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Seydayê Min Yê Şehîd

30/08/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Doza Şêx Seîd
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Seydatî li Kurdistanê bi qedr û qîmet bû. Ji ber Seydayên Kurdistanê pêşengên civakê bûn. Ji bo civaka Kurd, Seyda çavkaniya çareseriyan û xwezaya îlm û îrfanê bûn.

Neyarên Kurdan berî sed salî, di destpêkê de medreseyên Kurdan asê kirin, Seyda û Feqeyên Kurdan derveyî qanûnan hiştin. Li gor van zagonên dagirkerên me, Seyda, Feqe, Mele û medrese tiştên qedexe bûn. Bi vê rengî xwestin Kurdan bikin Tirk, Ereb û Fars û mejîyê Kurdan belav bikin. Serdemeke gelekî giran hate meşandin û Kurdistan kirin gola xwînê. Piştî bizava Kurdî ya nûjen û hemdem dest bi tekoşînê kir, Medrese û Seydayên ku ji ber qedexeyan jiyaneke veşartî didan meşandin, baldariya wan li ser bizava netewî çêbû. Seydayê min û henekî ehlên Medreseyan heqîqeta pirsgirêka Kurd dîtin û dilgermiya wan bi bizava neteweyî re çêbû. 28’ê Tebaxê 1992’an di bin serokkomariya Ozal de li Amedê civîna ewlehiya komara Tirk hate pêkanîn û qetilkirina rêberên Kurd yên sivîl hate erêkirin. Şevekê şûn de 29’ê Tebaxê Seydayê min ji Mizgefta xwe derket û ber bi malê dihat, ji pişt ve hate gullebarankirin û şehîd bû.

Bav û Seydayê min: Beriya şehadeta te, xwarzê te doktor Ezîz û xuşka wî Ayfer hatibûn şehîdkirin. Te kurxalê xwe Yaşar ku li Çêrmugê şehîd ketibû bi destê xwe şûşt û kefen kir, gelekî tekoşerên Kurd ku şehîd diketin te dişûştin kefen dikir û axeftinên olî li ser wan dikir. Piştî şehadeta te, du birayên te Doktor û Avukat tevlî refan bûn, sê birayên te hatin zîndanîkirin. Kurekî te kete zîndanan bi salan zîndanê de ma, kurekî te di nav tekoşînê de şehîd bû.

Hevjîna te sêwîyên te xwedî kirin. Xuşka te Asiye, du zarokên wî şehîd ketin û sê zarokên wê tevlî tekoşînê bûn. Xuşka te Salîha sê zarokê wê û zavayê wî şehîd ketin, kurê wê tenî mabû ewjî kuştin li Xwedê temam nekiribû. Zilamê wê xalê Behrî û keça wî Guler hatin zîndanî kirin. Kurapên te Nezîr şehît ket, Elî û Fatîhjî ketin zîndanan. Du kurên pismamê te Mele Abdullah hatin şehîd kirin. Du zarokên xalên te û kurê xaltîka te şehîd kirin. Kurekî û keçekî xalên te tevlî tekoşînê bûn. Kurê pismamê te Memyan  û Qedrî yilmaz şehît ketin. Du zarokên baldiza te şehîd ketin. Pismamê te Elî kuştin, du zarokê wî şehîd ketin dudoyê dîtir hêjî di zîndanandene.

Kurê hecî Remezan , Mehmet şehît ket, kamil hê dinava refên tekoşînêdeye. Birarziya Kamil yasemîn şehîd ket, Masumê nêvîyê Hecî Talha şehîd ket. Ji malbata te bi dehan şehîd çîbun, hêjî dinava tekoşînêde û zînadanade yênkû berxwedanê dikin berdewamin.

Pîştî tu çuyî, jibo me tenê sê rê hiştin: mirin, çuyina çiya û zîndan ezjî li penaberiyê mam.

Neha tiştên dilê tede hebu û tedianît ziman aşitî bu. Derfetên aşitiyê piştî 34 salan derketine holê. Divê ji  vir şûn de kuştin tunnebe û pirsgirêka me bi aşitiyê were çareser kirin. Henekî di malên xwe de runiştine û dijî aşitiyê kar dikin, ez bawerim ev êşa hatiye kişandin ew nizanin. Em weke malbatê cangoriyan xwedanê dozê dibêjin kuştin bese, çareseriya aştiyane çêtire. We bi xwîna xwe hebuna me Kurdan îsbat û têkez kir. Divê neha em mafên xwe yê heyî bi rêya sîyaset û civakî mayinde bikin.  Gora Şehîdên azadiyê buhişt be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Kecan
JIN

Roja Cîhanî ya Kecan

11/10/2026
28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ
HAJMARA PDF

28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ

11/10/2026
Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran
CIVAK Û JIYAN

Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran

11/10/2026
Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)
CîHAN

Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)

11/10/2026
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Serbest

Tevliheviyên li Hesekê û Pêvajoya Entegrasyonê; Ewlehiya Rojava û Başûr Li Hember Metirsiyên Herêmî

11/10/2026
Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan
Serbest

Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan

11/10/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.