Monday, October 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurd ne aracên şerê hêzan in, Kurd alîgirên aştî û jiyana demokratîk in

26/08/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Gulîstan Xalid

Di demên dawî de hin daxuyanî tên kirin ku dixwazin kurdan bixin nav rûbirûbûnek bi Îsraîlê re û bi zanebûn an bê zanebûn wan wekî parçeyek ji nakokiyên hêzên herêmî û cîhanî nîşan bidin. Lê dîroka gelê Kurd nîşan dide ku têkoşîna wî ne ji bo xizmeta tu hêzekê ye û ne jî ji bo ku bibe amûra projeyên desthilatdar, dagirker an jî hêzên emperyalîst.

Kurd di dîroka xwe de gelek caran bûne qurbana şerên ku ji derveyî îradeya wan hatine birêvebirin. Bi sed salan e ku ev gel ji bo hebûn, nasname, azadî û mafên xwe yên bingehîn têdikoşe. Lê armanca vê têkoşînê ne hilweşandina gelên din e, ne jî avakirina dijminatiyên nû; armanca wê ew e ku civakek ku tê de hemû gel û bawerî bi hev re bi aştiyê bijîn were avakirin. Rast kurd gelek caran hatine xepandin, hatine leyistokan lê tu carî bi niyeta dijminatiya tu kesî ne îsyan kiriye ne jî şer kiriye. Daxwaza wan ya bingehîn xelasiya ji bindestiyê û standina mafên xwe yê azadiyê bûye.

Di roja îro de ê têkoşîna gelê kurd ya ji ji bo heman daxwaz û armancê didome lê taybetmendiya vê têkoşînê êdî zêdetir bi zanebûneke rêxistinkirî ya polîtîke. Kurd naxwazin bibin aracên dijberiyên di navbera dewletan, hêzên dagirker û desthilatdar de. Pirsgirêkên herêmê bi zêdekirina şer, nefret û kuştinê nayên çareserkirin. Rêya rast ew e ku gel û civak li ser bingeha maf, dadperwerî û hevjiyana demokratîk nêzîkî hev bikin.

Perspektîfa civaka demokratîk ku ji aliyê gelek hêzên civakî ve tê nîqaşkirin, li ser vê bingehê ye: çareserkirina pirsgirêkan ne bi zora çekê, lê bi diyalog, rêzgirtina cudahiyan û avakirina mekanîzmayên hevbeş. Ev perspektîf dikare bibe rêyek ji bo herêmeke ku ji salên dirêj di nav şer û krîzan de dijî.

Kurd ne dijminên gelên din in. Kurd ne li dijî hebûna kesên din têdikoşin, lê li dijî bêmafî, înkar û zilmê têdikoşin. Ji ber vê yekê, her daxuyaniya ku dixwaze kurdan bixe nav şerên ku ne yên wan in, bi rastiya îradeya gelê Kurd re nagihêje.

Îro pêdivî ne bi zêdekirina dîwarên dijminatiyê ye, lê bi avakirina pira têgihiştinê ye. Gelên Rojhilata Navîn hemû bi heman derdên dîrokî re rû bi rû ne: şer, koçberî, xizanî û bêîstîqrariya siyasî. Çareseriya van pirsgirêkan ne di şerên nû de ye, lê di hevkarî û aştiya mayînde de ye.

Kurd dê berdewam bikin ku bi hêza civaka xwe, bi nirxên demokratîk û bi baweriya xwe ya di aştî û azadiyê de rêya xwe biafirînin. Ew naxwazin bibe ne alîgirê dagirkeriyê, ne jî alîgirê hêzeke din; ew dixwazin xwedî îradeya xwe bin û ji bo Rojhilata Navîn a ku tê de hemû gel dikarin bi azadî bijîn, têbikoşin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Kecan
JIN

Roja Cîhanî ya Kecan

11/10/2026
28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ
HAJMARA PDF

28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ

11/10/2026
Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran
CIVAK Û JIYAN

Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran

11/10/2026
Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)
CîHAN

Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)

11/10/2026
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Serbest

Tevliheviyên li Hesekê û Pêvajoya Entegrasyonê; Ewlehiya Rojava û Başûr Li Hember Metirsiyên Herêmî

11/10/2026
Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan
Serbest

Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan

11/10/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.