Can Yûsiv
Hunermend Seîd Yûsiv ; Stûnek bilind ya huner û mêrgek ji awazan qet naçilmise.
Hunermendên Kurd ên welatparêz di parastina nasname û zimanê Kurdî de roleke girîng lîstin, bi huner, peyv û awazan li dijî jêbirin û jibîrkirinê rawestiyan; stranên folklorîk û kevneşopî parastin, ji nû ve zindî kirin û ji nifşekî bo nifşekî veguhestin. Herwiha wan hişmendiya neteweyî hişyar kirin û tekez kirin ku stran peyamek e, helwestek e û parêzvanê mîrat û rûmetê ye.
Hunermend Seîd Yûsif yek ji navdartirîn ji van hunermendan tê hesibandin ku ruhê strana folklorî ya Kurdî parastiye û pirtûkxaneya hunerî bi awazên bêhempa dewlemend kiriye.
Hunermend û muzîkvanê Kurd Seîd Yûsiv di sala 1947’an de li Qamişlo, li taxa Qedûrbeg, ji dayik û bavek Kurd,( Yûsiv û Emîne),di nav malbateke Kurd a welatparêz û kedkar de hatiye dinyayê, yekane zarokê dê û bavê xwe bû, bavê wî bi navê Hosta Yûsiv dihat naskirin û di pîşeya avakirinê de dixebitî.
Seîd Yûsiv li ser nirxên mirovahî û neteweyî, girêdana bi nasnameya Kurdî û dilsoziya ji bo welat mezin bû, ev nirx bûn bingeheke bihêz ji bo rêça wî ya hunerî û stranbêjiyê, ku bi dehan salan dirêj kir û bi riya wê mîrateya çandî û zimanê kurdî parast.
Seîd Yûsif li jîngeheke gundîtî ya sade û li taxeke kevneşopî ya tijî çîrokên gelêrî û stranên kevneşopî, ku stran beşek ji hûrgiliyên jiyana rojane bû, mezin bû, li wir dayikan di zeviyan de distirand, şivanan li mêrg û zozanan dubare dikirin û herwiha stran di dawet, şîn û rêûresmên gelêrî de di jiyana mirovan de amedebû .
Ji biçûkatiya xwe ve, wî guhdarî deng û awazên tembûrê û stranên gundan û çiyayan dikir, di van kavdanan de destpêkên wî yên muzîkê ava bûn û hişmendiya wî li ser wateya girêdana bi ax, ziman û mîratê re vebû, û di dilê wî de hesteke hunerî ya xwezayî pêk anî û ew rasterast bi mîrata stranên Kurdî re têkildar kir.
Bi derbasbûna demê re, ew tov veguherî heweseke kûr, hişt ku ew bizqê hilgire, li ser awazên bav û kalên xwe lêkolîn bike,û hewl bide ku dengekî taybet biafirîne ku di navbera resenî û nûjeniyê, hestiyariya hunerî û pabendbûna neteweyî de hevahengiyek ava bike.
Seîd Yûsif ji zarokatiya xwe ve di bin bandora stranên folklorîk û kevneşopî yên Kurdî de maye û ji dibistana Mihemed Arif Cezrawî û Mûrad Kinê bandor bûye, ku di avakirina şêwaza wî ya hunerî ya taybet û cuda de roleke girîng lîstin.
Seîd Yûsif sal û nîvekê li cem Mela Mihemed Xeznewî xwend û di xwendin û qedandina Qurana pîroz de jêhatî bû, ku bingeheke zanistî û çandî ya bihêz ji bo wî ava kir, paşê wî xwendina seretayî û amadeyî li taxa Entariyê ya bajarê Qamişlo domand û bi awayek azad bawernameya bekeloriya stand, evê yekê derfet da wî ku zanînên xwe pêş bixe û asoyên xwe yên çandî û hunerî berfireh bike.
Di sala 1969’an de Seîd Yûsif bi xanim Emîra Malûl re dizewice û 11 zarok ji wan re çêdibin: 3 kur û 8 keç û bi vî awayî jiyana xwe ya malbatî temam dike, ji bilî kar û xebata xwe ya hunerî ya dirêj, ku di warê strana kurdî û parastina mîrata çandî de ji bo nifşên paşerojê bûye çavkaniya îlhamê.
Rêwîtiya wî ya hunerî wek mûzîkjen û stranbêj di salên şêstî yên sedsala borî de dest pê kir, wê demê temenê wî ne zêdetirî hejdeh salan bû.
Di sala 1966’an de stêrka wî wek sazvanekî jêhatî li ser amûra bizqê dibiriqî û pir dem derbas nebû ku nav û dengê wî ji sînorên qada herêmî derbas bû û ber bi asoyên firehtir ve çû ew bû balyozê strana kurdî.
Seîd Yûsiv yekem kes bû ku di dawiya salên şêstî yên sedsala borî de amûra bizqê anî herêma Cezîrê, ev gav di pêşxistina strana Kurdî de roleke girîng lîst, ev yek jî bû sedem ku şêweyekî nû li strana kurdî were zêdekirin û berfirehtir bibe û belav bibe.
Di sala 1967’an de çû Lubnanê û çar salan li wir ma û di nav derdorên hunerî yên Lubnanê de navûdengeke berfireh bi dest xist û komek hunerî ya bi navê “Newroz” damezrand, ku tê de nêzîkî çil û pênc endam hebûn.
Di sala 1968’an de Seîd Yûsif ji Radyoya Bexdayê – beşa kurdî vexwandinek wergirt û komek ji stranên xwe li wir tomar kir, ku di nav guhdarên radyoyê de dengvedanek berbiçav peyda kirin.
Di wê serdemê de çend stêrkên hunera kurdî nas dike û di navbera wî û wan de hevaltî û peywendiyên hunerî yên berfireh çêdibin, ji wan: Mihemed Arif, Hesen Cezrawî, Îsa Berwarî, Gulbuhar, Nisrîn Şêrwan, Tehsîn Taha, Fexrî Bamernî û yên din.
Ew nêzîkî şeş mehan li Bexdayê ma, ew qonaxeke girîng bû ji bo berfirehkirina ezmûna wî ya hunerî û bihêzkirina hebûna wî di nav civaka stranbêjiya kurdî de.
Di sala 1971ê de, koma “Newroz” li Beyrûtê, bi piştgirî û alîkariya serokwezîrê wê demê yê Lubnanê Saeb Selam, li ser dika Sînemaya Rivolî, şahiyeke hunerî ya mezin lidarxist .
Di sala 1972’an de, Koma «Newroz» ji çend hunermendên Kurd re vexwendin şand; di nav wan de Mihemed Arif Cizrawî, Gulbuhar û Îsa Berwarî jî hebûn ,ew hatin Lubnanê û bi Koma «Newroz» re du konsertên hunerî lidarxistin, ev yek bû sedem ku strana kurdî bigihîje guhdarên berfirehtir, hem li hundirê Lubnanê û hem jî li derveyî wê.
Di sala 1972’an de hunermend Seîd Yûsif tevî Mihemed Ezîz Şakir û Şêrîn Mela çû Urdinê û li paytext Umanê komek konsertên hunerî li dar xistin û di danasîna strana kurdî de li derveyî sînorên welat û bihêzkirina hebûna wê li qada erebî wan roleke girîng lîst.
Di sala 1973’an de, ji aliyê Rêxistina UNESCO ve vexwendinek ji bo Seîd Yûsiv, Mihemed Elî Teco û Munîr Beşîr hat şandin, ku beşdarî çend çalakiyên çandî û hunerî bibin ku ji aliyê rêxistinê ve hatine organîzekirin,di çarçoveya vê beşdariyê de, wan li Almanya û Fransayê hejmarek konsertên hunerî lidarxistin, hiştin ku strana Kurdî bigihîje qadên nû yên cîhanî û ji aliyê gelên ji çand û civakên cuda ve were nasîn.
Di sala 1977’an de, ji ber şert û mercên şerê Lubnanê, hunermend Seîd Yûsiv neçar ma ku Lubnanê bihêle û berê xwe bide Şamê ,û demekê li wir bi cih bû, û ew bû endamê Sendîkaya Hunermendên Sûriyê û ev yek alîkarî kir ku çalakiyên wî yên hunerî berfireh bibin û hebûna wî di nav qada muzîkê de rengekî fermî û naskirî bistîne.
Di sala 1978’an de, ew ji Şamê derket û li Helebê bi cih bû, û di sala 1979’an de, vegeriya Qamişlo û li wir bi cih bû; bajarê ku bi bîranîna wî ya hunerî û mirovahî ve girêdayî bû.
Di sala 1988’an de Seîd Yûsif çû Ewropayê û li wir çend konsert pêşkêş kir û bi berdewamî strana kurdî û rengên wê yên folklorî bi cemawerên Ewropî da nas kirin, bi vê yekê, wî cihê xwe wekî yek ji dengên herî berbiçav ku mîrata stranbêjiya kurdî gihand cîhanê piştrast kir.
Hunermend Seîd Yûsif yek ji stûnên herî diyar ên hunera kurdî ya hevdem û dengekî nemir tê hesibandin ku zêdetir ji nîv sedsalê mîrateya muzîka kurdî û peyama wê ya estetîk û mirovahî hilgirtiye, ew bi afirîneriya xwe beşdarî parastina nasname û zimanê Kurdî bûye û nirxên çandî yên gelê xwe parastiye.
Seîd Yûsif ne tenê mûzîkjen, hunermend û dengbêjek bû, lê bi serê xwe dibistaneke hunerî ya yekgirtî bû, ku ji bingehên muzîkî, helbestî û melodîk dewlemend bû, û bibû çavkaniyek girîng ji bo nifşên nû yên hunermendên Kurd.
Gelek hunermendên Kurdistanê ji kaniyên wî yên hunerî yên zelal vexwartine, û ji şêwaza wî ya stranbêjî, awazdanîn û zindîkirina mîrata folklorîk îlham girtine.
Seîd Yûsiv di navbera afirîneriya takekesî û pabendbûna çandî de hevahengiyek çêkir, berhemên wî bûn neynika nasnameya Kurdî û çavkaniyeke dewlemend ji bo fêrbûna şêwazên edakirinê û têgihiştina wateyên hestiyarî û civakî yên di stranê de.
Bi vê yekê, ew bû mamoste û şêwirmendê gelek hunermendan, ku dîtina wî ya hunerî pejirandin; çi ji hêla ziman, û çi ji hêla awaz û hilbijartina mijarên neteweyî û folklorîk de, wan bi vê rêyê hewl da ku mîrata Kurdî di nav nifşan de zindî û bi hêz bihêlin.
Jêhatîbûna wî ya hunerî tenê bi lêdana sazê û stranbêjiyê ve nehatin sînorkirin; beşdariya wî gihişt wê astê ku gotinên piraniya stranên xwe binivîsîne û awazên wan jî bi xwe saz bike, herwiha wî ji bo hejmarek ji hunermendên Kurd û Ereb awaz çêkirin, wekî Semîra Tewfîq, Suad Mihemed û Şêrîn Mela ,evê yekê hişt ku ew bibe hunermendekî yekgirtî, ku li ser hemû hêmanên berhemê stranbêjiyê kontrola hunerî bike.
Ev tevhevbûna navbera peyv, awaz û dengan hişt ku ew straneke kurdî ya yekgirtî pêşkêş bike ku di nava xwe de nasnameya çandî, nirxên civakî û ruhê neteweyî yê gelê kurd hildigire. Ew bi fermî bi navê “Mîrê Bizqê ” li ser asta Sûriyê ji aliyê Sendîkaya Hunermendên Sûriyê ve hat xelatkirin û heta kêliya dawî ya jiyana xwe ev sernav parast.
Ew yek ji wan hunermendên ku jiyana xwe ji bo muzîk û mîrata Kurdî terxan kiriye , wî pirtûkek bi navê «Bedîçeyên Fêrbûna Bizqê» nivîsandiye, herwiha du pirtûkên din çap kirine ku tê de gotinên stranên xwe kom kirine, ji bilî van, wî bi sedan stran ji destpêka salên heftêyî yên sedsala borî ve heta wê demê di kasêtan de tomar kirine, heta şert û mercên jiyanê û rewşên trajîk ên krîza Sûriyê ew neçar kirin ku koçî derveyî welatê bibe.
Seîd Yûsif bi nivîs û awazên xwe karîbû strana folklorîk ya ku bi devkî di navbera nifşan de derbas dibû biparêze û bi rengekî ku bi çêja nûjen re zindî bike, bê ku reseniya wê ya kevneşopî winda bike .
Ji stranên wî yên herî navdar ên neteweyî, gelêrî û romantîk ,ku ji gotin û awazên wî ev in:
– Kurdistan Yan Neman
– Ey Newroz
– Çawa Tê Herî
– Derdo
– Ez Gelek Têşim
– Xewka Min Nayê
– Rojek Ji Rojan
– Ez Te Nadim, Malê Dine.
– Bû Êvar
– Lê Rewşe Rewşnê
– Zimanê Kurdî.
Di heyama xebata xwe ya hunerî de, hunermend Seîd Yûsiv, ji ber berhemên xwe yên hunerî û rola xwe di pêşxistina strana Kurdî û parastina mîrata devkî ya Kurdî de, zêdetirî 25 xelat û mîdaliyên herêmî û navneteweyî wergirtin, ji wan:
– Zanîngeha Uppsala ya Swêdê, pûlek ku wêneyê wî li ser belavkir.
– Di sala 1973’an de, li Parîsê, dîskeke zêrîn ji aliyê UNESCO’yê ve, ji bo huner û berhemên muzîkî yên wî, hate dayîn.
– Peykerê wî yê ji tûncê, ji aliyê Enstîtuya Muzîkê ya Norwêcê ve hate çêkirin.
-Hikûmeta Tirkiyeyê, ji ber huner û afirîneriya wî, hemwelatiya Tirkiyeyê da wî.
– Bizqa kesane ya muzîkvan Mihemed Ebdulkerîm, li gorî wesiyetnameya wî, hate dayîn bo Seîd Yûsiv.
– Belgeyên spasname û rêzgirtinê ji Wezaretên Rewşenbîrî yên Sûriye, Libnan û Qeterê, herwiha ji muzîkjenê navdar Ziyad Rehbanî.
-Xelata ARTA ya Dayîn û Afirîneriyê di sala 2017’an de, ji aliyê Saziya Ragihandinê ya ARTA ve.
Hunermendê Kurd, kurê bajarê Qamişlo, Seîd Yûsiv , di 26ê Sibata 2020’an de, di temenê heftê û sê saliya xwe de, piştî xebateke hunerî ya bêhempa ku zêdetirî nîv sed salî dirêj kir, di nexweşxaneyeke bajarê Stenbolê yê Tirkiyê de, dûrî bajarê evînê bi bêdengî koça dawî kir.
Bi koça wî ya dawî re, neteweya Kurd yek ji stûnên hunera Kurdî winda kir , ku zêdetir ji pêncî salan ji jiyana xwe bi rêya berhemên xwe yên stiranî , awaz û peyvên xwe, ji bo berevanî û parastina mîrata çanda Kurdî terxan kir, wî mîrateke hunerî ya dewlemend ku tê de stranên netewî, folklorî û hestyarî dihewîne li dû xwe hişt û dengê wî, awazên wî hê jî di bîra gelê kurd de dimînin.
Bi çûyîna wî, Kurdistanê hunermendekî afirîner û lêvegerek hunerî ya bêhempa winda kir, lê mîrata wî dê bibe ronahiyek ku rêya nifşên paşerojê bo parastina mîrate û nasnameya kurdî nîşan bide.
Hunermend, Seîd Yûsiv, mîrateke mezin a stranî û mûzîkê li pey xwe hişt, ku wî di dirêjahiya zêdetir ji pêncî salên xebata hunerî de, bêtirî 700 stran, ji awaz û gotinên xwe çêkirin,di berhemên wî de mijarên evînê, welat, nasname û bîranîna gelêrî bi awayekî balkêş hatine pêşkêşkirin, ku bala guhdarên Kurd û Ereb dikişand.
Ji giyanê wî yê pak re, serbilindî û mandarî.Ji bo mîrata wî ya hunerî û çandî, mayînde û domdarî.






