Navenda Nûçeyan
Piştî nerazîbûnên şêniyan li hemberî dema ku ji bo pevguhertina pereyan hatibû diyarkirin, Banka Navendî ya Sûriyeyê dema pevguhertinê heta 20`ê Tebaxê dirêj kir.
Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed eşkare kir ku wan ji ber nerazîbûnên gel li hemberî dema guhertina pereyan, bi hevkriya Banka Navendî ya Sûriyeyê dema pevguhertina pereyên kevin bi yên nû heta 20`ê Tebaxê (2026) dirêj kir.
Parêzger bi rêya “X” ev yek eşkare kir û got: “Ev gav li gorî tişta ku gelê me yê li Hesekê daxwaz kir pêk hat.”
Duh (4 Tebax) komek şênî ji bo şermezarkirina dema kurt a pevguhertina pereyan ku ji hêla Banka Navendî ya Sûriyeyê ve hatibû diyarkirin, li ber avahiya Parêzgehê çalakî kiribûn. Parêzger jî ji bo guhdarkirina daxwazên wan, hevdîtin bi şêniyan re pêk anîbû.






