Ayşa Silêman/ Dêrik
Şanoger Hisên Tahir diyar kir ku kesê şanoger parêzvanê çand û hunereke herî kevnar e û got: “Ew jiyana rojane ji asayîbûnê derdixe û dikişîne qada raman û rexneyê.”
Şanoger, sîmyagerê giyanê mirovî û neynika zindî ya civakê ye ku rastiyên veşartî li ser textê şanoyê zindî dike. Şanoger ne tenê lîstikvanek e ku ferman û gotinên nivîskarekî tîne ziman, ew afirînerê gerdûneke kûrahiya derûniya mirovahiyê ye ku bi her lîstikekê re can dide hestên mirî. Hisên Tahir jî yek ji van kesaye ku jiyana xwe di nav şanogerî û lîstikvaniyê de derbas kiriye û şano bûye parçeyek ji jiyana wî.
Şanoger neyînika civakê ye
Şanoger koçberekî bêwestan e, ku di navbera xeyal û rastiyê de seferan dike. Ew sînorên dema niha dişkîne û serdemên dîrokî an jî sedsalên pêşerojê tîne ber çavên temaşevanan. Şanoger her wekî neynikeke zelal e; ew rûyê rastî yê civakê, êşên veşartî, kenê tahl û giriyên bêdeng nîşan dide. Ew dibe dengê wan kesên ku qet nehatine bihîstin û tiliyên xwe dirêjî birînên kûr ên mirovahiyê dike. Di tariya şevê de û di bin ronahiya çirayên şanoyê de, Hisên Tahir gerdûneke nû ji ax, xwêdan û rondikan ava dike. Laşê wî ne tenê goşt û hestî ye, ew amûreke sêwirandinê ye ku dikare bibe çiya, bibe bayê payîzê an jî bibe barê giran ê temenekî talanbûyî. Dengê wî carnan mîna tîrêjeke tûj dilan diqelêşe û carnan jî mîna lûlîna bayê li ser rûyê deştê guhan dilerizîne.
Dunya hemû şano ye û her kes lîstikvan e
Şanoger di yek şevê de dikare bibe şah, sibe bibe parsek, rojekê bibe kujer û roja din bibe qurbaniyekî bêguneh. Ew giyanê xwe parçe dike da ku can bide her karakterî. Dikeya şanoyê ji bo şanoger ne tenê çend textên darin, ew herêmeke pîroz û qada şerê wî yê hebûnê ye. Berevajî sînemayê, li ser şanoyê şansekî duyemîn nîne. Her bêhnstendin, her xeletî û her dilopeke xwêdanê li pêşberî çavan e. Ev yek şanoger dike hunermendê kêliyê. Têkiliya di navbera şanoger û temaşevan de têkiliyeke zindî ye. Ew bi hev re bêhnê distînin, bi hev re bêdeng dibin û bi hev re dihejin. Dunya hemû şano ye û her kes lîstikvan e; lê şanoger ew kesê ku dizane çawa maskeyên gerdûnê yek bi yek daxe û rûyê tazî yê rastiyê nîşan bide. Şanoger namire, ew tenê piştî girtina perdeyê, li benda lîstikeke nû vedigere nav kûrahiya xeyalên xwe. Dema ku hemû mirov di xewa giran de ne, şanoger li ser dikê hişyar e, şiyariya wî wijdanê mirovahiyê diparêze.
Kurtejiyana şanoger Hisên Tahir
Hisên Tahir di sala 1973’an de li gundê Kengelo yê girêdayî bajarê Dêrikê jidayîk bûye, heya 5 saliya xwe li gund maye û êdî berê xwe dane bajarê Dêrikê û li wir bi cih bûne. Wî heya refa 6‘an xwendiye û hertim yekem derdiket lê ji ber ku ew malbatek mektûm bû çiqasî hewildan hatin kirin da ku bikaribe xwendina xwe ya navîn berdewam, lê mixabin derfet çênebû. Temenê wî dema bû 15 salî êdî wî karekî taybet kir û bû hosta di çêkirina Xizaneyên dep û amûrên girêdayî malan de. Di sala 1995’an de êdî tevlî Koma Cûdî bû, tevlîbûna wî ji koma Cûdî re wek karekî herî pîroz bû ji bo wî, ji ber nêzî du salan hewildanên xwe kirin heya hat qebûl kirin di nav komê de. Destpêkê wî cihê xwe di wek lîstikvan têde girt êdî hin hevalên wî deq dinvîstin ew jî bi wan re bû alîkar da ku deqên şano binvîsin, her wiha bi demê re heya bû pispor dikarê şano de wî derhênerî jî kiriye.
Xebatên ku Hisên Tahir dayî meşandin
Piraniya şanoyên ku Hisên Tahir di wê demê de pêşkêş dikirin di milê welatparêziyê de bû, him karê siyasî jî dikirin him jî karê hunerî dikirin. Tevlîbûna Hisên Tahir ji Koma Cûdî re ji bo wî serkeftinek bû hijmara kesên ku cihê xwe di komê de digirtin nêzî 120 kesî bûn, di koma Cûdî de ji bilî beşê şano beşê kevneşopî, dîlan, dîlana zarokan, şanoya zarokan û beşê mûzîkê jî hebû. Di sala 2000‘î de ew bû berpirsê koma şano û çend şanoyên taybet nivîsî. Di sala 2012’an de dema bi awayekî fermî navenda çand û hunera Dicle bidest xistin êdî wan komên xwe ji hev cûda kirin û berfireh kirin. Hisên Tahir bû mamosteyê 26 xwendekaran û ew fêrî şanogeriyê kirin. Di heman demê de wî 4 salan cihê xwe di rêveberiya navenda çand û hunera Dicle de jî girt.
Di derbarî karê şanogeriyê û xebatên dayî meşandin Hisên Tahir ji Rojnameya me re axivî.

Jiyan bixwe şanoyeke mezine
Şanoger Hisên Tahir da zanîn ku şanoger bi qasî ku dileyize, dijî û bi qasî ku dijî, mirov dide fêmkirin ku jiyan bixwe şanoyeke mezin e ku tê de her kes xwedî rolekî ye. Heya ku mirovahî hebe, dê deng û sîbera şanoger her li ser dikê bimîne û wiha got: “Şano ji bo min herî pîroze, ji ber ku di rihê min de çandî ye. Min ev hezkirin ji bavê xwe girtiye wî gelek stran, serêlî, peyzok, serhatî û heyranok digotin dema min lê temaşe dikir eşqa min ji hunerê re zêde dibû. Dema ez piçûk bûm di dibistanê de min du caran cihê xwe di şanogeriyê de girtiye û ez lîstikvanê sereke bû ji wir û şûnde êdî ew eşqa şanogeriyê li cem min zêdetir bû. 31 salan min cihê xwe di karê şanoyê de girtiye ji sala 2018’an ve min hinekî karê xwe di çand û hunerê de di milê şanoyê de rawestandiye lê dema şano werin pêşkêş kirin agahiyê min jê çêbibe ez diçim çavdêriya wê dikim. Her wiha ev 26 salê mine ku ez cihê xwe di kevneşopî de jî digrim.”
Pêwîste şano jî bibe xwedî qedir
Tahir berdewamî da axaftinên xwe û wiha got: “Min cihê xwe di filmê Evîna Kurd de jî girt û rola min sereke bû me 15 xelek amade kirin û pêşkêş kirin. Di sala 2013‘an de şanoya Şer û Aştî min bixwe nivîsî bû em 12 kes bûn şanoya me jî bêdeng bû. Min cihê xwe di zêdetirî 100 şanoyê de girtiye. Her cara ku me şano pêşkêş dikirin û gel daxwaz dikirin heman kes dihatin ji ber ku gel ji şano fêm nedikir û qedrê wê nasnedikirin, lewma rojekî min û hevalên xwe me biryar da ku em şanoyê bibin cem gel û di nîva bazarê de me şanoyeke bêdeng pêşkeş kir. Pêwîste derfetên herî mezin ji bo şanoyê werin dayîn heya ku şano were temaşe kirin û pêşkêş kirin, lê mixabin derfetên di nav destê me de heyî gelekî hindikin û sedema wan di milê şanoyê de em pirsgirêkan dikşînin, lewma me nedikarî em saxlemî nameya xwe bighînin gel. Niha jî ez amadekariyan dikim di demên pêş de ez şanoyekî amadebikin li ser rewşa Rojava ji destpêkê heya roja îro û di dawiya şanoyê de wek nameyekî heye em ê bighînin giştî Sûrî û Rojhilata Navîn.”






