Navenda Nûçeyan
Di demekê de ku çavên cîhanê tevî li ser pêşketinên Tengava Hurmuzê ye, metirsiyên nû a girtina Tengava Bab El-Mendeb jî derdikeve holê.
Ji destpêka şer û ragîşiya ku di navbera Amerîkayê û Îranê derket, Tengava Hurmuzê bala bazarên cîhanî dikşîne ji ber ku ew yek ji girîngtirîn dergehên hinardekirina petrolê tê hesibandin. Lê pisporên di warê barkirin û enerjiyê de hişariyê didin ku xeteriya mezin dibe ku di Tengava Beb El-Mendeb de be, ku rêya sereke ya dighêje Kenala Siwêsê di heman demê de dergehê başûrê Dereyaya Sor ye.
Di demekê de ku veberhêner çavdêriya pêşketinên ku di Tengava Hurmuzê de çêdibe, dikin di heman demê de di çarçoveya bilindbûna asta êrişên li ser tankerên petrolê li Deryaya Sor û raghandina Hûsiyan hedefgirtina du tankerên petrolê ya Erebistana Siûdî, Tengava Bab El-Mendeb wekî cihekî tehdîda rastîn a aboriya cîhanî derdiekve holê.
Damara bazirganiya cîhanî
Li gorî daneyên ku ji hêla ajansa “Bloomberg” ve hatine belavkirin, di navbera ji sedî 12 heya 15 ji bazirganiya cîhanî, ji sedî 30 bazirganiya kontereyan wekî din zêdetirî Tirlyon dolar kel û pel salan e di heman demê de ji sedî 10 bazirganiya petrola ku di deryayê de tê veguhestin, di Tengava Bab El-Mendeb derbas dibe. Heriwha Tengava Beb El-Mendeb Deryaya Sor bi Kendava Edenê ve girê dide û wekî xala hevdîtinê di navbera Asiya û Ewropayê di rêya Kenala Siwês de ye, ji ber vê yekê her astengiyek di navîgasyonê di vê rêyê de ne tenê dê bandorê li ser bazara enerjiyê bike, lê belê bandore li rêze dabînkirinên cîhanî, lêçûnên barkirin û buhayên kel û pelan dike.
Bi bilindbûna asta gefên ku di navîgasyona li Derayay Sor hedef digre metrsî derdikevin holê, di nav hişyariyên ku her girtina muhtemel a tengavê dikare şîrketên barkirinê neçar bike ku li dora “Rais Reca Salih” li Afrîkaya Başûr rêya xwe biguherînin, ev jî tê wateya rêwîtiyên dirêjtir, xerckirina sotemeniyê ya zêdetir, lêçûnên dabînkirin û barkirinê yên zêdetir û derengketinên gihîştina kelûpelan ji bo bazarên cîhanî.
Keşteyên bazirganiyê li Deryaya Sor
Li gorî aborînasan tê texmînkirin ku girtina tegavê dê buhayê prtolê bilind bike 120 dolar ji bo her bermîlekê. Herwiha senaryoya herî bi xeter dibînin ku her du tengav Hurmuz û Bab Mendeb bi hev re rû bi rûyê astengiyan bibe, dê ev yek zextên bê hempa li ser bazirganiya petrol, kel û pelan çêbike.
Di vê rewşê de, wê bazara enerjiyê bibe şahîdê du zehmetiyan hem astengkirina beşek mezin ji hawirdekirinên petrolê herwiha astengkirina yek ji rêyên herî girîng a bazirganiya derayayî di cîhanê de. Raporeke lêkolînê destnîşan dike ku girtina her du tengavan bi hev re dibe ku ji sedî 30 vehuestina petrola cîhanê asteng bike di heman demê de şoka barkirinê veguhezîne enfelansyon û kirîzeke pîşesaziyê.
Pîşîniyara ferzkirina bacan
Reutersê roja Çarşemê ya borî di dîroka 29’êTîrmehê de, li gorî ku ji çavkaniyên herêmî wergirtibû, ragihand ku Hûsî difikirin ku bacan li ser keşteyên bazirganiyê yên ku ji başûrê Deryaya Sor derbas dibin ferz bikin.
Çavkaniya diyarkirin ku Hûsî li mekenîzmeyeke ferzkirina bacan li ser piraniya keşteyên ku di Tengava Bab El- Mendeb derbas dibin, digerin.
Reutersê li gorî ku ji çavkaniyan wergirtibû, zêde kir ku Çînê bi awayekî rasterast bi Hûsiyan re têkilî kiriye da ku garantiyan werbigire ji bo rê bidin tankerên wê da ku bi ewlehî ji Tengava Bab El-Mandeb derbas bibin.
Îdiayên berê qezenckirina bi qasî 180 mîlyon dolar dahata mehane
Raporek ji aliyê tîmeke pisporên NY ya 2024’an ve îdiayên ku dibêjin, di lûtkeya kampanyaya xwe ya deryayî de, Hûsîyan ji hin şîrketên keştîvaniyê li hember derbasbûna ewle di rêya Deryaya Sor û Kendava Adenê de, pere werdigirti.
Hin ji wan texmînan diyar kirin ku ew dahat mehane dighaştin heya 180 milyon dolarî, lê tîma pisporên NY piştrast kir ku ew nekarîbû bi awayekî serbixwe rastbûna vê agahiyê an nirxa dahatên hatine ragihandin piştrast bike.
Hûsiyan idayên ferzkirina bacan red kir
Roja şemiyê jî 1’ê Tebaxê, Navenda Kordênasyona Operasyonên Mirovahî yên girêdayî Ansarallah (Hûsî), bi awayekî rasterast rastiya raporên medyayî yên ku dibîjin wê koma Hûsiyan bacên darayê li ser keşteyên ku di Tengava Beb El-Mendeb derbas dibin ferz bike, red kir û tekez kir ku derbasbûna di tengavê de bi temamî bê dirav e.
Navendê di daxuyaniyeke çapemeniyê de roja Şemiyê diyar kir ku xizmeta (Derbasbûna Ewle) ya ku ji bo keşte û şîrketên derveyî çarçoveya qedexekirina ku li Deryaya Sor, Kendava Edenê û Deryaya Edrebî tê pêşkêşkirin xizmetguzariyeke bijarte û bê dirav e.
Dorpêça deryayî ji hêla Hûsiyan
Di 20’ê Tîrmeha borî de, Hûsiyan dorpêçkirina deryayê li ser tevgera keşteyên girêdayî benderên Erebistana Seiûdî ferz kiribû, bi vê tevgerê eniyeke nû di ragêşiyên herêmî yênn girêdyaî şerê Îran Amerîkayê vekir herwiha çarçoveya xeteriyên li ser dabînkirinên enerjiyê û bazirganiya cîhanê di rêya yek ji girîngtirnîn dergehên navîgasyona navdewletî, berfireh dike.
Di vê derbarê de serokê koma Ansarallah li Yemenê Abdulmelek Hûsî, di 20 Tîrmeha borî de got ku hêzên wî 16 keşte vegerandin, ji de ku wekî ku bi nav kir “qedexekirina navîgasyona deryayî” li ser Erebistana Siûdî, raghand.
Hevpeymaniya Parastina Deryayî
Li hember vê yekê, Erebistana Siûdî ragihand ku 14 welatan (di nav de Misir, Pakistan, Tirkiyê, Qeter, Behreyn, Urdun, Yemen û Bangladeş) li hev kirine ku hevpeymaniyek parastina deryayî ya pirneteweyî ava bikin, ku armanca wê parastina azadiya navîgasyonê li herêmê ye.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Siûdiyê ve hatiye weşandin, hatiye gotin ku armanca hevpeymaniyê ew e ku çarçoveyek parastinê ya saziyî ava bike, da ku bi gefên deryayî yên mezin re mijûl bibe û çalakiyên wê dê li sê ji girîngtirîn dergehên deryayî yên cîhanê werin kom kirin: Tengava Bab El-Mandeb, Deryaya Sor û Kendava Edenê.
Navîgasyon li Deryaya Sor nema wekî rewşa xwe ya normal e
Ji dema ku Hûsiyan di Mijdara 2023’an de dest bi êrişên xwe yên li nêzî peravên Yemenê kirin, trafîka navîgasyonê li Deryaya Sor venegeriyaye rewşa xwe ya normal.
Hûsiyan gotibûn ku ew êriş di dema şerê li Xezeyê de ji bo piştgiriya Filistîniyan bûn û êrişên li ser keştîyên bazirganiyê piştî ku di Cotmeha borî de li Xezeyê agirbest pêk hat, rawestiyan.
Hefteya borî jî, tankereke petrolê ya Siûdiyê li nêzîkî bendera Cazanê li başûrê Erebistana Siûdî, nêzîkî Yemenê hate hedefgirtin û Hûsiyan berpirsiyariya êrişê li xwe girt.
Trafîka navîgasyonê li Tengava Bab El-Mendeb di hefteyekê de gihîşt asta herî bilind
Tevî zêdebûna xetereyan û êrişên Hûsiyan ên li ser tankerên petrolê yên Siûdiyê, di rojekê de 39 keştî ji Tengava Bab El-Mendeb derbas bûn. li gorî daneyên veguhastinê hat nîşan dan ku 39 keşeyên ku kelûpelên bingehîn hildigirtin roja Sêşemê di dîroka 28’ê Tîrmehê de ji tengavê derbas bûn, ev jî hejmara herî bilind e ji 19’ê Tîrmehê û vir ve. Pênc keştî roja Çarşemê di dîroka 29’ê Tîrmehê de derbas bûn, di heman demê de hejmareke biçûk jî ji Tengava Hurmuz derbas bûn.
Du ji pênc keşteyên ku ji Tengava Bab El-Mandeb derketin petrola xav hildigirtin: Tanketa Mezin a bi navê “Sophia” û tankera navîn “Ocean Lauret”.
Li gorî daneyên şopandina keşteyan ji Kpler, 28’ê Tîrmehê 39 keştî ji tengavê derbas bûn, 20 derbasbûn û 17 derketin. Di nav keşteyên ku derketin de sê tankerên ku petrola xav hildigirtin hebûn. Di nav keşteyên ku derbasî tengavê de bûn, du tankerên ku berhemên petrokimyayî hildigirtin hebûn.
Girîngiya Bab El-Mendeb ne tenê di wê yekê de ye ku ew dergehek enerjiyê ye, lê di heman demê de wekî damarek sereke ya bazirganiya di navbera Rojhilat û Rojava de ye. Her astengiyek di tengavê de dikare bi lez bandorê li ser buhayên petrolê, xercên barkirinê, enflasyonê û rêze dabînkirina gerdûnî bike. Ji ber vê yekê, Bab El-Mendeb êdî ne tenê rêyek deryayî ya stratejîk e, lê bûye yek ji nîşaneyên herî girîng ên xetereyên jeopolîtîk ku bazarên gerdûnî di vê demê de dişopînin.
Her ku alozî berdewam dikin, bazarên cîhanî li ber qeyranan ne herwiha li bendewariya pêşketinên rojên pêş de ne da ku nexşeya bazirganî û enerjiya cîhanî ji nû ve xêz bikin.






