Argêş Gewda
Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025‘an de gaveke dîrokî avêt. Ji bangê heya çalakiya şewitandina çekan kêliyên efsûnî hatin jiyankirin. Rêber Apo dît ku ev gav ji bo mirovahiyê dîrokî dîrokî ne û wiha da destpêkirin. Ji ber Tevgera Azadiyê wî damezirand û wî pêşengî kir û ew mezinihiya xwe da xûyakirin. Li gorî wê bangê jî ne têrker jî be, carnan daxuyaniya Serokê Partiya Netewperest Dewlet Bahçelî û hîn derdorên dilsozê çareserîyê dihatin dîtin. Lê dîsa jî hikûmeta Tirkiyê gavên berbiçav heya niha neavêtine. Ji bilî çûyina endamên komisyonê li gel Rêber Apo. Lê wekî din ji aliyên pêşnumeya zagonî, mafê gelê Kurd yên xwezayî û hwd. hîna ti gavên şênber nehatine avêtin. Hîn tecrîda girava Imraliyê berdewam e û girtiyên doza siyasî di bin zext û gefên giran de, dijîn. Hîn gelek gîrtîgehên endamên Tevgera Azadiyê tê de dîl tên girtin bi navê “Lêpîrsîna Tazî” zext li wan tê kirin. Zimanê Kurdî hîn zimanekê bîyanî ye û Tirkiyê ji bo gelek derdoran destwerdan tê kirin. Ji bo biratiya Kurd-Tirk yaw heger Rêber Apo pênase dike, çêbibe, hîn ew dorhele nehatiye avakirin. Ji ber di serdemek wisa dîrokî de, nêzîkatiyên wisa di nav gel û raya giştî de bêbawerî dide avakirin. Gelê Kurd ji dîrokê heya niha rastî gelek komkûjiyên tûnd hatine. Cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî û qurbaniyên Geliyê Zîlan hîn jî ne xuya ne.
Ew beşekî ji wan xwastekên gelê Kurd in. Ji ber di nava 52 salên têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê de, gelê Kurd gelek zarokên xwe cangorî û xweşmerên xwe oxir kirine. Hîn jî cihê gorên wan ne dîyar in. Ew pêvajo û bang ne ku Tevgera Azadiyê qels bibû an jî nedikarî şer bike hat destpêkirin, berovajî wê serdema herî xûrt jiyan dikir. Hemberî balafir û teknîka herî pêşketî ya NATO bi rêbazên leşkerî yê herî pêşketî şer dikir û têkoşînekê xurt dihat meşandin. Dijî oparesyonan gelek çalakiyên serketî dihatin kirin.
Rêber Apo ew bang da xûyakirin ku biratî bi şer nayê meşandin û Tevgera Azadî jî bi şer nayê qedandin. Ji ber wê yekê ew pêngava dîrokî da destpêkirin. Tenê yên ku şer dikin û têkoşîn dikin dikarin çareseriyê jî peyda bikin. Rêberê gelan dibêje; “Serdemên çareseriyê ji yên şer zehmettir in, pêwîst e mirov wêrek nêz bibe.” Rêber Apo gavekê wêrek avêt û PKK bi banga Rêber Apo biryar girt kongre kom kir û xwe fesix kir. Lê dewleta Tirk jî hemberî wê hewildan kir ku deskeftiyên Kurdan li parçeyên din têk bibe. Li Rojavayê Kurdistanê bi destê çeteyên ku hatine kirîn û HTŞ’ê jî dixwest qirkirinê li serê gelê Kurd pêkbîne. Rêber Apo rê neda wê jî. Lê tevî hemû van astengan jî, gelê Kurd û Tevgera Azadiyê li ser helwesta xwe ya aştiyane radiwestin. Ev ne ji ber lawazbûnê ye, belkî ji ber ku piştî nîv sedsalê têkoşînê gihîştine encamekê ku dizanin pirsgirêka Kurd bi rêbazên leşkerî nayê çareserkirin.
Ev rastî divê ji aliyê hemû kesan ve were dîtin. Aştî û demokrasî hewcedariya wêrekbûnê dike. Di şer de çek hildan hêsantir e, lê di demên çareseriyê de gav avêtin û bawerî avakirin pir zehmettir e. Ji ber vê yekê, gavê ku Rêber Apo avêt, ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemû gelên Tirkiyê û herêmê derfetekê nû ye. Lê ev şans tenê bi daxuyaniyan nayê parastin. Heta niha hîn gelek pirsgirêkên bingehîn li cihê xwe dimînin. Mijarên wekî şertên Îmraliyê, mafên zimanê Kurdî, azadiya siyasetmedar û çalakvanan, rê li ber pêşveçûna pêvajoyê digirin. Dema ku ev pirsgirêk bê bersiv bimînin, di nav raya giştî de bêbawerî zêde dibe û hêviya ku bi zor hatî avakirin dikeve xeterê.
Di vê qonaxê de, berpirsiyariya herî mezin li ser dewleta Tirk e. Ji ber ku aliyê ku desthilat û amûrên qanûnî di destê xwe de hene, divê gavên pratîk biavêje. Pêşnumeyên zagonî, guhertinên demokratîk û avakirina şertên goftûgoyê ne tenê daxwazên siyasî ne; ew şertên bêvê û nevê ne ji bo ku pêvajoya Banga Aşitî û Civaka Demokratik bi ser bikeve. Dîrok dê vê qonaxê bi awayê ku aliyan pêngavan diavêje tê xwestin. Heke ev derfet ji dest biçe, dibe ku salên din jî gelên herêmê berdêla wê girantir bidin. Lê heke bi wêrekî, aqilmendî û berpirsiyariyê were meşandin, dikare bibe destpêka serdemeke nû ku tê de maf, azadî û biratiya gelan ne tenê wekî hêvî, lê wekî rastî werin jiyîn.
Rêber Apo ji bo biratiya Kurd û Tirkan bangewaziyekê gelek wêrek kir û serkeftina gelen herêmê jî girêdayî banga Rêber Apo ye. Tê xwestin ku gorî wê bangê jî gavên tê xwestin bênm avêtin. Ji ber bi Kurdên Rojava û Başûr re şer bikim û yên Bakur re guftûgo bimeşînim re pêvajo bê yekalî nayê meşandin. Ji ber wê yekê pêwîst e demildest banga Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bêbersiv nemîne û gavên wêrek bê avêtin.






