Zarokên gundê Gozliyê digel êrişan jî perwerdeya xwe didomînin

59

Dibistana gundê Gozliyê yê li nêzî herêmên di binê dagîrkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de, dibe hedefa êrişan. Tevî vê xwendekar perwerdeya xwe didomînin.

Artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê ji destpêka herêm dagîr kirîn heta niha, ziyanên mezin digihînin qada perwerdeyê.

Ji ber sûcên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê, bi dehan dibistanên li nêzî eniyên şer hatin girtin, bi hezaran şênî ku di nav de xwendekar jî hene, koçber bûn. Herwiha artêşa Tirk ya dagîrker û çeteyên wê bi dehan dibistan kirine ciyên leşkerî.

Dibistana gundê Gozliyê yê li rojavayê navçeya Til Temir û beramberî riya M4, di demekê de ku xetera êrişên dagîrkeriya tirkî pir zêde ye, pêşwaziya bi dehan xwendekarên gundê Gozliyê û gundên derdorê dike.

Ji mamosteyên dibistanê Sultana El-Elî got, tevî ku me dibistan vekiriye, ji ber ku nêzî eniyên şer e fikarên me hene.

Gelek caran gundê Gozliyê û yên derdora wê ji aliyê artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê ve tê topbarankirin da şêniyan bidin koçberkirin.

Sultana El-Elî diyar kir ku şêniyên gundên derdorê zarokên xwe naşînin dibistanê. ditirsin ku ji aliyê artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê ve were topbarankirin.

Di navbera gundê Gozliyê û nuqteyên dagîrkeran de li derdora 300 metreyî heye. Tevî vê xwendekar di domandina perwerdeyê de israr dikin. Rûsya ya ku qaşo garantor e, li hemberî van êrişan bêdeng e.

Sultan El ELî da zanîn ku ji ber hebûna dagîrkeran li herêmê aramî nîne. Ji ber wê divê ji herêmê werin derxistin da jiyaneke aram û ewle mîsoger bibe.

Mamoste Sultana El-Elî di dawiya axaftina xwe de bang li aliyên têkildar û civaka navneteweyî kir ku dagîrkeran ji herêmê derxin û got, mayîna wan li herêmê jiyan û paşroja zarokan wêran dike.