YPJ: Emê tola Berfîn û hevrêyên xwe yên şehîd hilînin

50

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi daxuyaniyeke nivîskî şervana YPJ`ê Berfîn Rizgar bîr anî û soza standina tola şehîdan nû kir.
18’ê Mijdarê li eniya Ebû Sira ya ser bajarokê Eyn Îsa, şervana YPJ`ê Berfîn Rizgar di topbarana çeteyên dewleta tirkî ya dagîrker de şehîd bû.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) li ser şehadeta şervana xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de wiha got:
“Em hevriya xwe Berfîn Rizgar bi rêzdarî bîr tînin û sersaxiyê ji malbata wê ya hêja û welatparêz re dixwazin. Em careke din soza rakirina tola wê û ya tevayiya hevriyên xwe yên şehîd nû dikin.
Hevala me Berfîn çawa ku li Kobanê û li Dêrezorê di eniyên herî pêş yên cengê de bû, herî dawî di eniya Ebû Sira ya ser bajarê Eyn Îsa de jî di çeperên herî pêş de parastina welatê xwe û gelê xwe dikir û li ser erkê xwe tevlî karwanê şehîdan bû.
Emê bi ruhê hevriya xwe Berfîn li erkên demê xwedî derkevin û dilsoziya xwe ya bi hevriyên xwe yên şehîd re raber bikin. Em jî dibêjin Dem Dema Azadiyê ye, pêwîst e em hemû ji bo vê demê seferber bibin û welatê xwe, zimanê xwe û pergala xwe ya neteweya demokratîk bi rengekî xurtir ava bikin û biparêzin.”