SOHR: Kerwanekî din yê dewleta Tirkiyê derbasî Idlibê bû

46

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê ragihand ku kerwanekî leşkerî yê Tirkiyê di deriyê sînor yê Keferlosîn re derbasî Idlibê bûye.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR), 20 wesaitên bi madeyên lojîstîk û dîwarên çîmento barkirî, ber bi nuqteyên leşkerî yên dagîrkeriyê yên li gundewarê Idlibê ve çûne.
Ji destpêka ragihandina agirbestê ve, 4 hezar û 440 wesait û bi hezaran leşkerên dewleta tirkî derbasî xaka Sûriyê bûne.
Li gorî SOHRê, ji 2’yê Sibata 2020’an heta niha hezar û 775 kamyon û alavên leşkerî yên bi tank, wesaitên veguhestina leşkeran û panzêran, alavên dij guleyan û radarên leşkerî barkirî gihîştine herêma “Kêmkirina şer”.