SOHR: Di êrişên ezmanî de li Bokemalê 14 alîgirên Îranê hatin kuştin

42

SOHR`ê ragihand ku di êrişên ezmanî yên li gundewarê Bokemalê de ku tê payîn Îsraîlê pêk kiribin, 14 alîgirên Îranê hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) diyar kir ku balafirên tê payîn yên Îsraîlê bin, nuqteyên hêzên alîgirên Îranê yên li gundewarê Bokemalê bombebaran kirin û di êrişê de 14 alîgirên Îranê hatine kuştin.
Li gorî SOHR’ê, baregehên nû yên alîgirên Îranê li wê herêmê hatine bombebarankirin û di encamê de 2 navend û wesaitên leşkerî hatine roxandin.
Hat diyarkirin ku balafireke leşkerî 10 êrişên ezmanî li ser baregehên li gundewarê bajarê Bokemal yê rojhilatê Dêrezorê pêk anîne.