Sîhanok Dîbo: Serdana ENKS`ê ya Tirkiyê bixeter e

81

Nûnerê MSD’ê yê li Misirê Sîhanok Dîbo bal kişand ser serdana ENKS`ê ya Tirkiyê û got, “Ev serdan ne li gorî şert û qonaxên diyalogên kurdî-kurdî ye.” Dîbo diyar kir ku rola Tirkiyê li herêmê bixeter e û ji ENKS’ê xwest li hesabên xwe vegere.
Tevî ku di lihevkirina kurdî-kurdî de heta astekê pêşketin çêbûbe, lê ENKS careke din astengiyan derdixe û şertê rakirina meteryalên bi zimanê kurdî tîne. ENKS heman demê beşek ji “Eniya Aştî û Azadiyê ye” ya ku Tirkiye piştgiriya wê dike. Berî çend rojan jî di nava vê eniyê de serdana Tirkiyê kir.
Nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) yê li Misirê Sîhanok Dîbo diyar kir ku gelek dewletan hema hema li hev kiriye ku rola Tirkiye lawaz bikin û got, çawa di vê qonaxê de hin aliyên di nava kom û koalisyona berê de dikarin beşên nû çêkin! Divê were zelalkirin ku beşek ji “Eniya Aştî û Azadiyê” ango partiyên ENKS`ê halê hazir bi Partiya Yekîtiya Niştimanî Kurdî re diyalogên têkildarî serweriya Sûryê ku ew bixwe jî diyalogên Kurdî-Kurdî ne li dar dixin.”
Dîbo da zanîn ku serdana ENKS`ê ya Tirkiyê ne li gorî qonax û pîvanên diyaogên Kurdî-Kurdî ye.
Dîbo diyar kir ku sedema sereke ya ku diyalogên kurdî-kurdî tên astegkirin destwerdana Tirkiyê ya di aloziya Sûriyê de ye û got, dewletên erebî û Yekîtiya Ewropa diyar dikin ku rola Tirkiyê li gelemperiya herêmê bixeter e û zêde bûye û divê were lawazakirin.”
Sîhanok Dîbo her wiha got, li gorî hin siyasetmedaran, meqsed ji gava lawazkirina rola Tiriyê pêvajoya piştî Trump e. Dibe ku ji ber wê Tirkiye ji herêmên ku li Sûriyê dagîr kirine, vekişe. Herwiha bi dehan raporên navneteweyî hene tê de piştrast dibe ku çeteyên bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûrî sûcên dermirovî kirine.”
Di dawiyê de Nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk yê li Misirê Sîhanok Dîbo bang li ENKS`ê kir ku li hesabên xwe vegere û li rola Kurdan ya li Sûriyê binere. Lewre roleke sereke dilîzin.