Şevbiwêrk bi jinên ciwan xweş dibe

48

Tevgera Jinên Ciwan ya Bajarê Helebê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê şevbiwêrka hunerê li dar xist.

Tevgera Jinên Ciwan ya Bajarê Helebê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundya li Ser Jinê li Taxa Şêx Meqsûdê şeviwêrkeke hunerê li dar xist. Di bernameya hatî lidarxistin de gelek endam û nûnerên sazî û dezgehên sîvîl amade bûn. Hola bername lê hatî lidarxistin bi wêneyê rêber Abdullah Ocalan û alên Tevgera Jinên Ciwan hatibû xemilandin.

Bernameyê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Tevgera Jinên Ciwan Emîne Ebdo wiha got: “Li hemberî her cure tundiyê emê têbikoşin û li gel her jinekê bisekinin. Jinan bi salan gelek êşên mezin kişandine ev êşên wan heta roja îro jî berdewam dikin. Îro jinên rojavayê Kurdistanê li seranserê cîhanê bûn mînak û pêşengiya her karî dikin. Emê bi têkoşîna jinan tundiya li ser jinan rawestînin.”

Paşê helbestvanê bi navê Sozdil Nebo, Sozan Dehar, Şêrîn Dawûd û Evîndar Mihemed helbestên xwe pêşkêş kirin.  Herwiha du zarokên bi navê Şêrîn Elî û Kewser Ebûd yên ji Efrînê li ser Efrînê stiran pêşkêş kirin. Ji Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo û Koma şehîd Vejîn stiranên xwe pêşkêş kirin.