Şêniyên Reqa şervanekî Lîwa Şemal ya Demokratîk spartin axê

43

Şêniyên Reqa cenazeyê şervanê Lîwa Şemal ya Demokratîk Ebdurehman Dîbo bi merasimeke girseyî li Goristana Şehîdan ya li gundê Hikumiyê yê li bakurê Reqa veşartin.

Di merasima li goristanê de piştî rêzgirtinê, bi navê Partiya Sûriya Paşrojê serokê şaxê Idlibê Tirkî Dedûî û bi navê Lîwa Şemal fermandar Arif Asfer axivîn.

Axaftvanan rola şervanên QSD`ê ji bo parastina herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ji êrişan, silav kir. Herwiha soza şopandina riya şehîdan heta pêkanîna armancên gel dan.

Piştî axaftinan, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan ya Reqa Hîbe El-Ebdullah wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Paşê girseya gel cenazeyê şehîd veşart.