QSD’ê beşeke din ya girtiyan radestî rûspiyên Şedadê kir

40

QSD’ê beşeke din ya girtiyan berda û radestî rûspiyên navçeya Şedadê kir.

Li ser banga şêx û rûspiyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), roja Yekşemê 23 girtiyên ji bajarok û navçeyên Dêrezor û Mergedayê berdan. Piştî isbat bû ku girtiyan li dijî sîvîlan kiryarên kukştinê nekirine hatin berdan.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê Cesûr Amûdî diyar kir ku girtî li ser daxwaziya şêx û rûspiyan, piştî diyar bû ku destê wan di sûcên kuştina sîvîlan de nîne, hatin berdan.

Girtiyan ji rûspiyan re diyar kir ku ti nêzîkatiyên nebaş û tundî li dijî wan nehatine kirin.