Navenda Îmaratê ya Siyasetê: Tirkiye sûdê ji zindîbûna DAIŞ`ê digire

65

Navenda Îmaratê ya Siyasetê eşkere kir ku ya herî zêde ji vegera DAIŞ`ê sûdê digirê dewleta tirkî ye.
Navendê diyar kir ku “Vegera rêxistina DAIŞ`ê”, wê Rûsya, Emerîka û welatên Ewropa yên ku bang li Tirkiyê dikin ku hêzên xwe ji herêmên ku herî dawî li Rojhilatê Sûriyê (Girê Spî û Serê Kaniyê) dagîr kirine vekişîne, mijûl bike. Ya herî girîng jî vegera rêxistinê wê Kurdan jî mijûl bike. Lewre li dijî hebûna Tirkiyê li Efrînê û herêmên Rojhilatê Sûriyê şerekî giran dikin.
Navendê di lêkolînê de bal kişand ser faktorên vegera DAIŞ`ê û got, dewamkirina aloziyê li Sûriye û Iraqê û gendeliyên li saziyên ewleyiyê yên her du welatan, her wiha korona û bandora wê li welatên ku di dosya şerê li dijî DAIŞ`ê de aktîf in, dibin sedem ku rêxistina DAIŞ`ê cereke din vegere.”
Li gorî lêkolînê dewletên sûdê ji vegera DAIŞ`ê digirin, dewleta tirkî, Îran û Heyet Tehrîr El-Şam in û yên ku bandor li wan dibe Rêveberiya Xweser, Rûsya û hikumeta Şamê ne.