Mihemed Ebas: Me ENKS li ser girêdana wê ya bi dewleta tirkî ya dagîrker ve şiyar kir

40

Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Kurdistanê Mihemed Ebas, ENKS têkildarî girêdana wê ya bi dewleta tirkî ya dagîrker ve şiyar kir û bang lê kir ku têkiliya xwe bi Rêveberiya Xweser re xurt bike.
Ebas bingehê têkiliya di navbera ENKS`ê û dewleta tirkî de rexne kir û got, “PDK ji pêşxistin û xurtkirina têkiliyên di navbera ENKS`ê û dagîrkeriya tirkî de, berpirsiyar e.”
Ebas axaftina xwe wiha domand: “Ti caran têkiliyên baş di navbera Kurdan û dewleta tirkî ya dagîrker de pêk nehatine. Dewleta tirkî hemleyên qirkirinê li dijî Kurd, Ermen û Suryenan didomîne û li dijî wan pêkhateyan qirkirina etnîkî dike.”

EBAS ENKS JI GIRÊDANA BI DEWLETA TIRKÎ VE ŞIYAR KIR
Girêdayî hewldanên wan Yên ji bû dûrxistina Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ji dewleta Tirkî ya dagîrker, Ebas wiha got: “Me gelek caran partiyên ENKS`ê şiyar kirine ku xwe ji girêdana bi dewleta tirkî ve xelas bikin. Lewre ji şerê cîhanê yê yekî heta niha dîroka dewleta tirkî bi xiyaneta li dijî Kurd û Kurdistanê tê nasîn.”
Ebas herwiha da zanîn ku Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) hewl dide têkoşîna gelê Kurd bixe xizmeta berjewenediyên Tirkiyê û wiha got: “Me Mesûd Barzanî û PDK şiyar kirin ku têkiliyan bi dewleta tirkî re pêş nexin. Lê mixabin, PDK û ENKS guh nedan şiyariyên me. Partiyên ENKS`ê jî tiştekî ku xizmeta berjewendiyên gelê Kurd bike, nekirin. Ya ji bo parastina vê xakê şehîd dayîn û hê jî dide, Rêveberiya Xweser e.”
Ebas di dawiya axaftina xwe de bang li ENKS`ê kir ku helwesta xwe ya danîna têkiliyan bi dewleta tirkî re, careke din di ber çav re derbas bike û li gel û partiyên kurdî vegere. Lewre di hedefa dijmin de Kurd tev hene.