Malbatên Sûrî yên li kampa Holê: “Ji jinên DAIŞiyan em newêrin rastiyê bêjin”

69

Dilîn EHMED/Ronahî-Qamişlo

Piştî têkoşîneke bêhempa ya şervanên YPG-YPJ û QSDê bajarê Baxozê 14ê Kanûna 2018. ji çeteyên DAIŞê rizgar bû. Ji bo bicîkirina malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kirîn, Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê û rêxistinên mirovî li bajarokê Holê kampek ava kirin. Li herêma Cizîrê kampa Holê ya herî mezin e û ya herî bixeter ya li cîhanê ye.
Ji ber hişmendiya DAIŞê û pirbûna koçberan, li kampê her tim alozî û pirsgirêk derdikevin. Ji bo em ji nêz ve çîrokên wan bişopînin me serdana kampê kir. Jinên DAIŞî yên li kampê çavên wan tenê xuya dikin. Bi çavê dijminan li me dinêrîn. Xezeb ji nêrîna wan dibariya. Li aliyekî din jî gelek ji wan poşmaniyê di çavên wan de xuya dikir. Jinên ji destê DAIŞiyan zerer dîtîn, ji ber ku sîxurên DAIŞê li kampê hene nikarîn bi rehetî biaxivin.

TIRSA ME EW E KU EM LI VÊ DERÊ BIMÎNIN
Piştî hewldanê jineke bi navê Welai ya ji bajarê Humsê bi tiris û bi dengekî melûl ji me re wiha axivî: “Piştî şerê Baxozê ji ber tang û topan ez û hevjîn û her du zarokên xwe, me bi zorê xwe ji nava şer derxist. Pişt re me xwe radestî QSDê kir. Di dema “dewleta islamî” de jiyana me ne xweş bû. Jiyana em tê de ti kes nekeviyê. Lê niha em li vê derê pir kêfxweş in.”
Ji ber ku jinên DAIŞî li me kom bûn, Welai newêrî çîroka xwe bidomîne. Ji ber wê çû mijareke din û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha navên malbatên Sûrî yên ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê qeyd dikin. Ji ber ku em ji Humsê ne em ditirsin ku li vir bimînin. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku çareyekê ji me re jî bibînin.”