Li navçeya Girkê Legê basên gel dest bi xizmetê kirin

49

Ajokarên teksiyan ji bo her neferî 200 lîreyên Sûriyê digirin. Ji ber wê şêniyên Girkê Legê gilîname pêşkêşî Şaredariya Gel kirin. Li ser vê şaredariyê jî basên gel diyar kirin.
Teksiyên taybet yên li navçeya Girkê Legê heqê neferan ji navçeyê heta bajarokê Rimêlanê bilind kirin. Ji bo her neferî 200 lîreyên Sûriyê digirin. Vê barên welatiyan giran kir, ji ber wê bang li Şaredariya Gel kirin ku basên gel ji wan re peyda bikin. Piştî ku Komîteya Şaredariyan ya kantona Qamişlo banga welatiyan erê kir, bas hatin peydakirin.
Şaredariya Gel ya navçeya Girkê Legê du basên gel diyar kirin. Her basek 22 neferan radike. Bihayê her kartekê 100 lîreyên Sûriyê ye. Her du bas wê di navbera Girkê Legê û Til Ewar de bixebitin. Bas heta hefteyekê peran negirin û ji bo zarok û kal û pîran wê her tim bê pere bin.
Şaredariya Gel ya Girkê Legê 9 basên gel diyar kirine û wê ji Qada Azadiyê ya rojhilatê navçeyê heta gundê Til Ewar yê rojavayê bajarokê Rimêlanê bixebitin.
Ji ber ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ji ber vîrûsa korona qedexeya derketina derve hatiye ragihandin, destpêkê wê bas ji saet 7’ê sibê heta 3’yê êvarê kar bikin. Li gorî Şaredariya Gel dema qedexe rabe, wê her du bas rojane 12 saetan kar bikin ango ji saet 7’ê sibê û heta 7’ê êvarê.
Welatiya bi navê Şemis Hedad ya ji gundê Til Ewer ji hundirê basa gel axivî û got em bi basên gel kêfxweş in, lewre xizmeta navçeya Girkê Legê dikin û barê welatiyan sivik dikin.