Li Helebê 86 xwendekaran bawernameyên zimanê kurdî girtin

46

Li Helebê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) bi şahiyekê bawernameyên 3 astan yên zimanê kurdî li 86 xwendekaran belav kirin.

Şahî li hola Efrînê ya li taxa Şiqêf bi beşdarbûna endamên saziyên sîvîl, nûnerên partiyên siyasî û malbatên xwendekaran hat lidarxistin. Di şahiyê de 35 xwendekaran bawernameyên asta yekê, 15 xwendekaran yên asta duduyan û 36 xwendekar yên asta sisiyan girtin.

Di şahiyê de mamosteya zimanê kurdî Medya Elî û endama Kongreya Star Zeyneb Hesen axivîn.

Di axaftinan de xwendekarên astên ziman qedandîn hatin pîrozkirin û hat gotin zimanê kurdî xewna gelê Kurd bû. Ev xewn bi saya keda şehîdan û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bû rastî û gelê Kurd bi zimanê xwe yê dayîkê fêr dibe.

Piştî axaftinan mamosteyan bawername û diyarî li xwendekaran belav kirin.

Xwendekarên Dibistana Şehîd Qehreman ya taxa Şêxmeqsûd stiranên kurdî gotin.

Şahî bi dîlanê qediya.