Li gundewarê Efrînê jineke kuştî hat dîtin

42

Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê jineke kuştî di erebeyekê de hat dîtin.

Çavkaniyên ji navçeya Cindirêsê gotin, şêniyên gundê Qocman jineke sîsalî di erebeyekê de kuştî dîtine.

Çavkaniyan diyar kir jina kuştî di erebeyeke “Sentafee” rengê zîv de bû û di nava zeviyên çandiniyê yên navbera gundê Qocman û Qurbê yên Cindirêsê hatiye dîtin.

Agahiyên derbarê nasnameya jina hatî kuştin de nehatin zanîn.

Li kantona Efrînê ya dewleta tirkî û çeteyên wê dagîr kirîn, bûryerên revandin û kuştina na sîvîlan dewam dikin.