Li Dêrikê gavek ji bo piştgiriya aboriya jinan

57

Bi armanca pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê û peydakirina derfetên kar ji malbatên gundên Dêrikê re, Kongreya Star ji endamên xwe re 15 hektar ji bo çandina genim û 15 hektar ji bo çandiniya demsalî diyar kirin.
Endamên Kongreya Star tovê genim û sebzeyên demsalî ji Komîteya Rêveberiya Zeviyan ya girêdayî Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Dêrikê girtin.
Kooperatîf ji 7 jinên ji bajarokê Eyn Dîwar pêk tê. Wecîha Temo ya çavdêriya projeyê dike ji got, “Ji bo her endamî 375 hezar lîreyên Sûriyê ji bo kirîna genim, derman û semad dane. Rûbera ji bo çandiniyê hatî diyarkirin, 30 hektar e, 15 hêktar ji go genim, 15 hektarên din ji bo sebzeyan e.”
Beşdareke projeyê ya bi navê Ayşe Xalid diyar kir ku Kongreya Star şaxê Dêrikê alîkariya jinan dike da ku pêdiviyên xwe pêk bînin.
Gelek jinên ji Dêrikê beşdarî kooperatîfên çandina sebzeyên zivistan û havînê bûn. Bi van projeyan pêdiviya sûkê ya sebze û hwd. ji berhemên herêmê yên demsala borî, peyda dibe.