Li 4 herêman qedexeya derketina derve ya giştî hat ragihandin

57

Şaneya Aloziyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ya giştî li Hesekê, Qamişlo, Reqa û Tebqa ragihand. Qedexe wê roja Pêncşemê dest pê bike û 10 rojan dewam bike.

Şaneya Aloziyê ya Meclisa Rêveber ya bakur û rojhilatê Sûriyê biryara jimara 198’an da. Li gorî biryarê li Hesekê, Qamişlo, Tebqa û Reqa derketina derve qedexe ye. Qedexe 26’ê Mijarê heta 5’ê Kanûnê ye.

Navaroka biryarê wiha ye:

“-Li herêma Hesekê, Qamişlo, Tebqa û Reqa biryara qedexeya derketinê ya giştî ji bo 10 rojan hatiye dayîn. Qedexe sibeha roja Pêncşemê 26’ê Mijdara 2020’an dest pê dike heta 5’ê Kanûna 2020’an dewam dike.

-Di dema qedexeyê de li tevayiya herêmên Rêveberiya Xweser dibistan, zanîngeh û baxçeyên zarokan tên girtin.

-Tevgera basan û bolmanan ji bo hatin û derketina ji herêmên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê rawestandin û tevgera ji bo bazirganiyê didome.

-Tevayiya sazî, daîreyên giştî yên li herêmên qedexekirî tên girtin, daîreyên xizmetgûzariyê tenê vekirî dimînin.

-Di dema qedexeyê de, avayiyên rêveberiyê û dibistanên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tên dezenfektekirin.

-Divê saziyên ragihandinê welatiyan şiyar bikin ku tedbîrên xweparastinê bigirin û rêgeza dûrketina civakî bikin beşek ji jiyana xwe ya rojane.

-Biryara qedexeyê ne ji bo nexweşxane û firneyan e. Lê dermanxane li gorî lîsteya nobedariyê ya deste, komîteyên tenduristiyê û yekîtiyên dermansazan tê birêxistinkirin.

-Tevgera cotkaran û belavkirina sotemeniyê li welatiyan wê were hêsankirin.

-Divê Hêzên Ewlekariya Hundir li gorî biryarê tedbîrên qedexeyê pêk bînin.”