KNK: “Divê ti kes li pêşiya yekîtiyê nebe asteng”

80

Dilîn EHMED/Roanhî-Qamişlo

Di vê dema dawî de tevger û daxuyaniyên Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) bûn sedema aloziya di navbera wê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK). Têkidarî vê aloziyê Gelê Kurd bertek nîşan û ket nava tevgerê. Hem gel hem siyasetvan nêrîna wan ew e ku ev alozî dikeve xizmeta dijminên gelê Kurd û pêkanîna planên wan. Ji ber wê di vê pêvajoya hesas de yekîtiyeke siyasî pir girîng dibînin.

“TI KES NIKARE LI PÊŞIYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ BIBE ASTENG”
Li ser mijarê Endamê Desteya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ekrem Hiso, ji rojnameya me re wiha axivî: “Piştî deh salan ji şoreşa Rojava û guhertina li erdenîgariya Kurdistanê, ji bo parastina destkeftiyên şoreşê, yekîtiya neteweyî pir girîng e. Ji ber ku li her parçeyê Kurdistanê taybtiyên cuda hene, bêguman wê li pêşiya yekîtiyê nakokî derkeve. Divê aliyên siyasî tev li gorî wê tev bigerin. Berî du salan KNK li ser mijara yekîtiyê xebitî. Lê ji bo piştgirya banga Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdê me xebata xwe sekinand. Ji bo yekîtiyê du qonaxên hevdîtinan serkeftî derbas bûn û bawer dikim wê qonaxên din jî serkeftî derbas bibin. Divê em derfetê nedin ti kesî yan jî ti partiyan ku li pêşiya yakîtiya neteweyî bibin asteng.”

EV NÊRÎN E NE DIJBERÎ YE
Li ser daxwaziya ENKS`ê ku li dijî zimanê kurdî û sîstema hevserokatyê ye, Ekrem Hiso got, ev daxwaziya wan nêrîn e, ne dijberiya zimanê dayîkê ye û wiha dewam kir: “Di nêrîna min de ti kes ne li hemberî zimanê xwe ye. Em û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdê hewl didin ku minhaca Kurdî bi awayekî fermê bê qebûlkirin.”
Li ser aloziya dawî yê di navbera her du aliyên siyasî de, Hiso axaftina xwe wiha domand: “Di demên dawî de gotina “birakujî” tê bihîstin. Ez bixwe ne bi vê gotinê re me. Li şûna wê em dikarin bêjin nelhevkirina her du aliyan li ser hin xalan. Lewre di fikirê her du aliyan de, kuştin nîne. Piştî van destkeftiyan û deh salên şoreşê, bawer nakim Kurdên me şerê hev bikin.”
Endamê Desteya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ekrem Hiso axaftina wiha bi dawî kir: “Ji bo rizgariya her çar parçeyên Kurdistanê, divê aliyên siyasî tev hinekî ji ya xwe werin xwarê. Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ne alîgirên ti partiyan in. Çi li rojava, çi li başûr, çi li bakur û çi li rojholat, ji bo çareseriya pirsgirêkê em ji tevan re dibin alîkar. Li ser vî bingehî em çalakî û xebata xwe pêş dixin. Di dawiyê de banga me ji gelê Kurdistanî re ew e ku bi nêrînek rast û durist li van nakokiyan binêrin. Dilxwazên welatê xwe bin û ji bo nêrîneke hevbeş bibin alîkar.”