‘Kî şerê navxweyî derxe Kurd wê efû nekin’

68

Mazlûm Ebdê li Şêwira Pêkanîna Diyaloga Neteweyî ya KNK’ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê (KPU) axivî û got, ‘’Kî şerê navxweyî derxe wê Kurd wan efû nekin û wê şer bandorê li Kurdistanê tevê bike.’’

Şêwira Pêkanîna Diyaloga Neteweyî ya KNK’ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê (KPU) ya ji bo pêkanîna diyalog û aştiyê bi hev re bixebitin, dest pê kir. Rewşenbîr û siyasetvanên Kurd banga yekîtiya neteweyî dikin.
Kongreya Neteweyê ya Kurdistanê (KNK) li dijî şerekî gengaz yê navxweyî yê ji ber siyaseta şerxwaz ya PDK’ê, ev demeke di nava hewldanan de ye.
Di vê çarçoveyê de biryar hatibû dayîn ku ji bo pêkanîna diyalog û aştiyê Şêwira Pêkanîna Diyaloga Neteweyî di navbera KNK’ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê de, were lidarxistin.
Gelek siyasetvan, nûnerên rêxistinên civaka sîvîl, partiyên siyasî yên Kurdistanê, rojnamevan û rewşenbîr, nêrînên xwe anîn ziman.
Kesên tevlî şêwirê bûyîn, bal kişandin ser stratejiyeke neteweyî û gotin divê aliyên siyasî jî li ser stratejiyekê kar bikin. Herwiha hate gotin ji bo çareseriyê divê desteyek ji nûnerên aliyên siyasî û rewşenbîran were avakirin û serdana rêveberên PKK û PDK’ê bikin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdê jî ji rojavayê Kurdistanê tevlî bû û got, heta niha PKK û PDK’ê pirsgirêkên xwe bi danûstandinê çareser kirine û em bawer dikin ji niha û pêve wê bi diyalogê çareser bikin.’’
Ebdê diyar kir ku şerekî navbera du hêzan wê ziyanê bide Kurdistanê tevê û got, şerekî navxweyî berî her kesî wê zererê bide destkeftiyên Rojava. Kî dibe bila bibe Kurd û dîrok wê hêza şerê navxweyî derxistî efû neke.’’