Jinên rewşenbîr: Na ji şerê birakujiyê re

73

Jinên rewşenbîr bang li aliyên kurdî kirin ku nekevin nava şerê birakujiyê û gotin, “Na ji şerê birakujiyê re.”

Jinên Yekîtiya Rewşenbîran li Herêma Cizîrê, Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê û Rabîtiya Jinên Rewşenbîr, têkildarî aloziya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek li baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo dan.
Daxuyanî ji aliyê Heseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Anahîta Sîno ve hat ragihandin.
Jinên rewşenbîr dan zanîn ku destkeftiyên ku berê ji bo wan xeyal bûn û îro bi dest wan ketine, divê wan biparêzin.
Herwiha diyar kirin ku dijminên Kurdan dixwazin li ser hesabê Kurdan plansazî û berjewendiyên xwe pêk bînin.
Jinên rewşenbîr di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em jinên rewşenbîr, bang li wijdana Kurdan dikin ku bi ti behaneyan nekevin nava şerê birakujiyê. Lewre wê Kurd ji vî şerî windayiyeke mezin bidin û destkeftiyên xwe ji dest bidin. Ji ber wê pêwîst e ku em li pêşberî van hewldanên ku hilweşandin û tinekirina destkeftiyên me dikin hedef, bêdeng nemînin û qebûl nekin.”
Herwiha diyar kirin ku ew jî beşek ji vê neteweyê ne ku bawariya wan bi edaleta doza Kurdî heye. Ji ber wê gelek berdêl dane û hê jî didin.
Di dawiya daxuyaniyê de, jinên rewşenbîr gotin, “Na ji şerê navxweyî re. Na ji şerê birakujiyê re.”