Ji Bo Yekîtiyê Gel Çi Dibêje?

60

Ahmet AKTAŞ

Ti şik û şubhe nînin ku gelê me, ji xwe Yekîkîtiya xwe ragihandiye û bi lezgînî, ji hemû tevgerên me yên siyasî jî, heman Yekîtiyê dixwaze.
Lê mixabin hinek tevgêrên me vê bangê û viyanê nabînin, an jî bi hişmendî lê nabin xwedî û jê dûr direvin. Her du hilwest jî malxerabî ye.
Hema yekser em du mînakan nîşan bidin. Yek jê piraniya tevgêrên me yên Bakurê Kurdistanê, li Amedê dicivin û bi dengekê bilind, li gor daxwazên gelê xwe tevdigerin û Yekîtiya xwe radigihîn. Her serkeftîbin.
Mînaka duduyan mînaka ENKS’ê ye û mixabin di nava hilwesta neyînî de ne û li goreyî daxwaz û îradeya gelê xwe tevnagerin, li goreyî siyaseta dewleta Receb û Bahçeli tevdigerin.
ENKS û tevgêrên me yên din ên Rojava hemû dikarin biçin parçeyên din, biçin Hewlêrê, biçin Qendilê ya jî cihekî din, li gel tevgêrên Kurdistanî bicivin, danstandinê bikin û piştgriyê ji hev bixwazin. Ev daxwaza gelê me ye jî ku tevgêrên her parçeyî û hemû parçeyan bi hev re bidin bistînin û yekîtiyek hîn mezintir a NETEWÎ jî ava bikin.
Piştî ev îradeya yekîtiya netewiya xurt pêkhat, êdî li ser vê çarçoveya berjewendên netewî, tevgêrên me dikarin li gel dewletan û hêzên biyanî jî danstandinê û dîplomasiyê bikin.
Lê mixabin, hêj di depêka vê hewldana yekrêziyê de, hilwesata neyînî ya ENKS’ê diyar dibû. Her digotin “bila dewlet bikevin navbêna me ji bo lêvegera me” û hwd. Heta astekê ev daxwaz nehat redkirin û xebata Yekîtiyê meşiya. Lê ji ber hilbijartinên DYE’yê, niha xebat rawestiya.
Belê hilwesta neyînî ya xerabtir û nayê pejirandin, hilwesta li gel dewleta dagirker a Tirka ye. Ji xwe hêj roja despêkê ya lihevrûniştina yekemîn bû, Çavuşoglu, hilwesta xwe ya dujminkarî û dijberiya vê tevgêra Yekîtiyê, tund nîşan da. Ji xwe ya cihê mixabiniyê ye, nûnerên ENKS’ê, çûn bi taybetî li gel Vî nûnerê dewleta dagirker û qirker, bi rengekî rûgeşî foto kişandin û dan çapemeniyê!
Ma ev hilwesta ENKS’ê, li gel hilwest û daxwaza gelê me digonce an nakok e?
Hilwest a rast û ya li gor daxwaz û îradeya gelê me ye, di peymana Şamê ya ku bi navê Rêberiya Partiyên xwe Abdullah Ocalan û Mesûd Berzanî îmze kiribûn de hatibû destnîşankirin. Her wiha cara duduyan Rêber Ocalan, li zîndana Imrali name ji M.Berzanî re şand û got “tu li ser navê min jî dikarî Serokatiyê ji Kongreya Neteweyiya Kurdistanê re bikî” û M.Berzenî jî li ser vê peyam û vîyan/îradeya hêja karekî bi rûmet da despêkirin. Lê sed mixabin negihand encama ku gel dixwest. Hilbet gel mafdar e ku vê pirsê bike; çima ev xebata bi rûmet hat rawestan, jibo çi dîsa nayê meşandin, kî li pêşiyê dibe asteng û hwd.?
Eger bersîva vê pirsê were dayîn, ev xebata hêja, dikare dîsa û ji berê hîn xurtir jî bikeve rê û bi meşe. Hêvîdar im!