Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ya herêma Firatê amadekariya çandina 500 hezar şitlên daraan li herêmê dike.
Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ya herêma Firatê wê îsal li Kobanê, gundewarê wê, sazî û dibistanên wê nîv milyon şitlên daran biçîne.
Par li şitilgeha Miştenûr nêzî nîv milyonî darên cuda hatin çandin. Ew darên hatîn çandin wê îsal li kantona Kobanê û gundewarê wê werin çandin.
Girêdayî mijarê, hevserokê Rêveberiya Giştî ya Jîngehê ya herêma Firatê Semîr Elî wiha got: “Xebatkarên şitilgeha Miştenûrê îsal amadekariya çandina nîv milyon darên berhemdar û bêberhem dikin. Ew dar wê li dibistan, saziyan û li ser riyên bajêr bi çend merheleyan werin çandin.
Li gorî Semîr Elî, cureyên darên ku wê îsal bên çandin ev in: Sewlî, sinober, darên xemlê; xurme, murcan, efes û darên berhemdar; hejîr, fistiqên helebî, goz û behîv.
Semîr Elî axaftina xwe wiha domand: “Îsal me vekirina şitilgeha Hedato ya li bajarokê Şêran bi dawî kir û herwiha em xebata li ser vekirina şitilgeha li navçeya Qenayê dikin. Bi wê re jî li cem me 3 şitilgeh amade ne.”
Elî gotina xwe wiha bi dawî kir: “Em xebata vekirina daristaneke nû li gundê ekolojiyê dikin, ku tê de 8 hezar dar hebin. Ew xebat jî wê li ser du merheleyan be. Di her merheleyekê de wê 4 hezar dar werin çandin.