Erdogan dixebite sîstema Osmaniyan zindî bike

50

Zekî BEDRAN

Erdogan ji çapemeniyê re diyar kir ku bi Emîrê Siûdî Feysel re bi telefonê axiviye. Heman rojê got, em xwe di nava Yekîtiya Ewropa de dibînin. Çi bi Erdogan hat heta ku li emîrê Siûdî digere? Çawa ku tê zanîn Siûdiyan li hemberî malê Tirkiyê biryara boykotê dabû. Hin welatên din jî yên erebî malê Tirkan boykot dikirin. Yê li hemberî Yekîtiya Ereban çovê xwe bilind dikir û gotinên piçûkkirinê ji wan re digotin ev Erdogan bû. Eger em bînin bîra xwe dema artêşa tirkî bakurê Sûriyê dagîr kirî Yekîtiya Ereban li dij dagîrkeriyê derketibû. Bersiva Erdogan ev bû: “Hûn dewletên Ereban tevan kom bikin bi qasî Tirkiyê nabin.”
Çawa ku tê zanîn Osmaniyan bi sedê salan civaka Ereb bi darê zorê û komkujiyan di binê dagîrkeriya xwe de hiştibûn. Gelê Ereb jî her tim di nava lêgerîn û berxwedanê de bû. Digel bedelên giran Ereban çawa Osmaniyan dixwest stûyê xwe ji wan re xwar nekir. Her ku firset diket destê wan li ber xwe didan. Herî dawî di şerê Cîhanê yê 1. de xwe ji zordestiya Osmaniyan rizgar kirin. Erdogan bi xeyalên Osmaniyan dixwaze bi piştgiriya NATO li welatên erebî bibe serdest. Roxandina Sûriyê têra wî nekir, dagîr kir. Ciwanên Ereb yên xizan, Ixwanî, û bermayiyên DAIŞê û El Nusra ji xwe re kirin leşkerên bipere. Ev ciwan çawa ku li hemberî Sûriyê bi kar anîn, li hemberî Libya û Ermenistanê jî dide şerkirin.
Bi lihevkirina bi Rûsya re Efrîn dagîr kir. Bi lihevhatina bi Trump re Girê Spî û Serê Kaniyê dagîr kirin. Bi serhezaran welatiyên Sûriyê li welatê xwe kirin koçber. Gef li welatên erebî tevan xwarin. Ji bilî Qeterê welatên Erebî li dijî dagîrkeriya wî derketin. Di serê wan de Îmarata Erebî û Erebistana Siûdî tên. Misirê jî li hemberê helwesta xwe diyar kir. Libya jî got, eger di dagîrkeriyê de dewam bike wê bibe egera şer. Bi dijderketina welatên erebî û dewletên weke Fransa pêşiya komployên Erdogan û kûrkirina şerê navxweyî hat gitin.
Erdogan heta dawiyê dewletên Ewropa xapandibûn. Bi gotina ezê reformên demokratîk bikim, ezê bibim endamê YE desteka wan standibû. Piştî ku sîstemeke faşîst ava kir û hêz xist destê xwe pişta xwe dabû YE û gotinên giran ji wan re jî gotibûn.
Bi wendakirina Trump ya hilbijartinê dest û lingên wan li hev ketin. Dihizirin ku wê nikaribin ji rêveberiya Emerîka ya nû weke ya berê destekê bigirin. Aboriya Tirkiyê di nava krîzeke kûr de ye. Berê ji welatên erebî pere diherikîn Tirkiyê. Niha sekiniye. Weke din Siûdî û welatên din dest bi boykota malê wê kirine. Ev jî krîzê kûrtir dike. Weke din meha li pêşiya me wê YE li hemberî Tirkiyê li ser ambargoyê biaxive.
Erdogan ji ber ku hem li derve hem li hundir tengav bûye, dest bi lêxistina deriye welatên erebî û Ewropa kir. Kesayet û rêbaza siyaseta wî ji ya Hîtlerê faşîst ne cuda ne. Nirxekî ku Erdogan pê ve girêdayî nîne. Hevalên wî yên bi hev re AKP ava kirîn, ji wan ti kes li cem nemaye. Bi Ergenekonê ku karê dewletê yê qirêj dike û kontr-gerîla re itîfaq kiriye. Dizî, talan û kurtêlxwerî bûye exlawê vê rêveberiyê. Erdogan ferq kiriye ku li hundir û li derve xetimiye û hatiye naskirin. Ji bo wê dîsa devê xwe li ber dewletên erebî xwar dike û dixwaze navbera xwe û wan baş bike.
Erdogan xeyalperestekî Osmanî ye û kumê keçeliya wî ketiye. Artêşa NATOyê ya di destê xwe de li hemberî gelên cîran bi gefxwarinê bi kar tîne. Li dûv wî qasî ye ku Mûsil, Kerkûk û herêmên din dagîr bike û bi Tirkiyê ve girê bide. Ka wê bikare yan na ew mijareke din e, lêbelê hedefa wî ev e. Ji bo wê divê em li bendê bin ku wê gelê Ereb zordestiya wan yê bi sedê salan ji bîr neke û daxwaziya wî di qirika wan de bihêle. Dem hatiye ku zêhniyeta vî dagîrkerê pozbilind ku dinyayê gêj û nezan dibîne biçe sergoyê dîrokê. Divê ti kes nebe destek ku bermayiyên Osmaniyan careke din li Erebistanê hespên xwe bibezînin.