“Emê bi perwerdeyê tundiya li ser jinan bi dawî bikin”

56

Endamên meclisên jinan û Kongreya Star diyar kirin ku tundî li dijî jinên birêxistinkirî tê kirin û gotin, emê bi perwerdeyê tundiya li ser jinan bi dawî bikin.”
Bi pêmana 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ya Cîhanê, endamên meclisên jinan û Kongreya Star ji ANHA re axivîn û gotin, perwerde û zanist çekên sereke ji bo rêgirtina li tundiyê ne.
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Jinên Azad ya Şehba Hemîda Xidro diyar kir ku di deh salên aloziya Sûriyê û şer de, herî zêde jinan para xwe ji tundiyê girtiye û banga berxwedanê li jinan kir.

‘EM NABÊJIN JIN HEMÛ AZAD BÛNE, EM HEWL DIDIN BEŞÊN DIN PERWERDE BIKIN’
Endama Komîteya Aborî ya Meclisa YekÎtiya Jinên Azad Yên Şehba ŞÎrîn Elî diyar kir ku berî şoreşa Rojava, jinên kantona Şehba xwenda bûn û xwediyên bawernameyên bilind bûn, lê derfeta pêşketina li pêşiya wan tinebe. Sedema wê adet û kevneşopiyên paşverû yên civakî bûn. Şirîn Elî da zanîn ku piştî şoreşê û naskirina ramanê rêber Abdullah Ocalan jinan rola xwe di kar û sîstema hevserokatiyê û di saziyan de girt.
Şirîn Elî, bang li jinên ciwan kir ku xwe pêş bixin.
Endama Meclisa Yekîtiya Jinên Azad ya Şehba Zehra Kalo bîr xist ku piştî û çeteyên DAIŞ û El-Nusra kantona Şehba dagîr kirin, binsaziya herêmê wêran kirin. Ev zêhniyet di mejiyê zilam de maye.
Zehra Kalo di dawiya axaftina xwe de got, “Em nabêjin jin hemû azad bûne û tundî li ser wan nayê kirin, lê em hewl didin beşên din perwerde bikin da ku ji tundiyê xelas bibin. Ji jinan tevan tê xwestin ku xwe bi rêxistin bikin.”

‘EM HER TIM HEWL DIDIN JINAN PERWERDE BIKIN Û TUNDIYÊ BI DAWÎ BIKIN’
Endama Kongreya Star ya navçeya Şedadê Rehef El-Elî diyar kir ku tundî bi cureyên xwe yên fîzîkî, cinsî û derûnî, her wiha bi astengkirina jin û zarokan xuya dibe. Rehef El-Elî da zanîn ku tundî encamên xerab bi xwe re tîne û dibe sedema hilweşîna malbatê.”
Ayat Îbrahîm jî diyar kir ku tundiya li ser jinan hê dewam dike û got, sedema wê adetên civakê ne ku bi zêhniyeta baviksalarî dibin. Her wiha diyar kir ku tundî bandoreke neyinî li jiyan, malbat û civakê û ji wê zêdetir li zarokan dike.
Menar El-Îlêwî jî got, dema cahiltiyê bi dawî bû, divê civak girîngiya rola jinan nas bike û ji rêbazên ku heqaretê li jinan dikin û rola wê piçûk dixin dûr bikevin. Herwiha got, divê ji bo bidawîkirina tundiyê kar were kirin.