Dostê gelên bê dewlet Willy Kuijpers: Têkoşîna bê navber û bê sînor

140

Derwêş M. FERHO

Di sala 1977 de ez li Leuven bi cî bûm. Li wira 12 xwendekarên ji Başûr hebûn. Heta dawiya 1978ê bi wan re xebata Kurdistanî dikir. Ew xwendekar bi alîkariya Willy Kuijpers burs stendibûn û amadekariya xwendina zanîngehê dikirin. Di dawiya 1978 de, ji sedemên cuda, bi çend hevalên din re me Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Beljîka –Têkoşer, bingehê Enstituya Kurdî ya Brukselê ava kir. Di wê navberê de min Willy Kuijpers nas kir û heta îro dostaniya me domand.
Wê demê li welêt, zor û zilma li ser Kurdan bi hemû dijwariya xwe dibû. Koçberî, zîndan, kuştin, tehdîd û înkara bi milyonan Kurd li nav her çar dewletên dagirker… Di qada navneteweyî de bêdengî, raya giştî kerr û lal e.
Siyasetmedarê Flaman Willy Kuijpers, parlementer e. Xwedî ramanek berfereh, dîrokzan û mirhovhez. Li cem xebata xwe ji bo doza Flamanan ji gelên bê dewlet re her tim amadeyê alîkariyê ye. Ji 1971 heta 2016, wek endamê Parlemento, senator, endamê Parlementoya Ewropa, endamê meclîsa Leuven û şahredarê bajarê xwe Herent kar kiriye. Ji sedemên nexweşiya xwe karê parlemeterî û şahredariyê berdide. Lê ji bo îdealîzma pê bawer heta roja dawiya jiyana xwe didome. Deriyê mala wî her tim ji her kesî re vekirîbû.
Di warê civakî de Willy Kuijpers mirhovhezekî mezin bû. Li ser pirsgirêkên civakî hassas û alîkar bû. Ji feqîran re, ji kesên pêdiviya alîkarî hebe amade bû. Ji bo wê jî her tim li çareseriyan digera û peyda dikir. Mînak, wî gelek zarokên bêxwedî li mala xwe bi cî dikir. Du zarokên wi hebûn. pênc heb jî ji derve wek zarok ji xwe re adabte kiribû. Di 1977 de xortekî Başûrî, paşê jî keçeke Kurd, dîsa ji Başûr demek dirêj li ba xwe xwedî kiribû.
Willy Kuijpers bi salan li pey hev gelek caran çû Kurdistan û ji têkoşîna Azadiya Kurdan re bû dost, alîkar. Bi polîs û hêzên taybetî re li Bakur çendîn car rû bi rû ma, ew tehdîd kirin, heta kete xetera kuştinê. Di dema cenazeyê Wedat Aydin de, di nava alozî û hêrîşên polîsê Turk de ji mirinê filitî. Yek ji berên demança polîs di devê otobusê de li ber sere wî ket. Di dema hevdîtinekê bi waliyê dewleta Turk Ünal Erkan re munaqeşeyeke dijwar dike. Walî jê dixwaze ew terka alîkariya terorîstan bike. Bersiva wî “yê ku terka tiştekî bike hûn in, çi karê we di nava milkê Kurdan de heye?”.
Di dema hêrîşên rejîma BAAS de ew şev û roj ji bo alîkariya Kurdan li qadan bû. Di siyasetê de,
Li mala xwe, bi munasebetên cuda li nav kom û rêxistinên din di nava çalakiyan de amade bû. Du mînak ji wan xebatên hêja jî ku di nav de bû, di 1992 de, me bi hevra 27 kamyonên alîkariyê ji penaberên Kurdên Başûr re şandin ser sînor. Bi dehhezaran penaber ji Başûr hatibûn Bakur, di kampan de bûn. Çend sal pey re me derfetên avakirina 5 gundên ji aliyê Saddam hatibûn wêrankirin peyda kir û ew alîkarî bi rê ya saziya KRO çû Başûrê Kurdistan. Di dema hêrîşên komên faşîstên Turkan li ser Enstituyê ew li kêleka me rawasta. Şêwirdariya xwe ji me qut nekir.
Ev mirhovê mezin di roja 17.11.2020 de çû ser dilavoniya xwe. Koça wî ji bo me Kurdan hundakirina dostekî hêja ye.