Dildarên çandê

68

Jiyan BOZO/Ronahî-Amûdê

Her welat bi çanda xwe tê nasîn. Di pêşxistina civakê de çand xwedîroleke girîng e. Ji bo parastina çanda civaka xwe û danasîna wê, ciwanên bakur û rojhilatê Sûriyê gavên pir mezin avêtin. Bi stiran û awazên xwe bûn dengê gelê xwe.

ERBANE EŞQA DILÊ MIN E

Hunermendê ciwan yê ji bajarê Amûdê Mihemed Nûr Hopan, li ser kar û xebata xwe û girîngiya hunerê ji rojnemeya me re wiha axivî: “Ez xwendekarê refa 12an im û diçim navenda çand û hunerê jî. Ez ji hunerê pir hes dikim. Ji amûrên mûzîkê erbanê bala min pir dikişand. Erbane eşqa dilê min e. Di 12 saliya xwe de min dest bi lêdana erbanê kir. Min heskirina erbanê ji hevalê xwe girt. Herwiha mamoste Hemze Şiweyîx pir alîkarî da min. Min sala 2017an dest bi karê hunerê kir. Ez berê endamê Koma Ciwanên Hûrî bûm. Niha jî endamê Koma Agirî me.”

ÇANDA ME PIR DEWLEMEND E

Mihemed Nûr Hopan axaftina xwe wiha domand: “Ez ji dengê Mihemed Şêxo pir hes dikim. Ji bo min ew mînak e. Dengê min jî xweş e. Dixwazim weke Mihemed Şêxo binavûdeng bim. Çanda me pir dewlemend e. Divê her yek ji me vê çandê biparêze. Hûnera me hebûna me ye. Divê ciwanên me yên hunermend hunera xwe veneşêrin û jê şerm nekin. Emê gavbigav pêş bikevin. Çi dibe bila bibe divê em gavan paş ve neavêjin. Malbata min jî pir destekê dide min. Birayê min jî li erbanê dide. Ez hêz û morala xwe ji wî digirim. Hem dixwazim bibim şanoger, hem di mûzîka xwe de bibim mîna Seîd Yûsiv û Seîd Gabarî û stiran û awazên kurdî pêş bixim.”

Hopan axaftina xwe wiha qedand: “Ji ciwanên Kurd re wiha dibêjim: “Li çana dapîr û bapîrên xwe xwedî derkevin. Stiran û awazên me pir xweş in. Dive em vê çanda xwe ya pîroz li seranserê cîhanê belav bikin.”