Bi rengê jina azad mafê jinan biparêzin

71

Dilîn EHMED/Ronahî-Qamişlo

Çîrokê 25`ê Mijdara 1960î bi kuştina her sê xwîşkên Mîrabel dest pê kir. Ew roj bû Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê. Piştî wê bûyarê ji bo bidestxistina mafê xwe jinan dest bi têkoşîn û berxwedanê kir.
Ji bo bidestxistina mafê xwe bi hezarê salan e jin bi her awayî li ber xwe dide. Li rojavayê Kurdistanê bi destpêkirina şoreşê re -ku bi navê şoreşa jinê hat pênasekirin-, jinên bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybetî jinên Kurd, bi têkoşîna xwe di qada civakî, leşkerî, çandî, siyasî, dîplomasî û hwd. de cihê xwe girtin. Jinan bi berxwedana xwe ji cîhanê tevê re, nîşan da ku jin jiyan e û bê wê jiyan nabe.

TEVÎ ZEHMETIYAN LI DIJÎ TUNDIYÊ LI BER XWE DIDE
Bi pêmana 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, jinên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi rengê jina berxwedêr çalakiyan li dar dixin.
Li ser vê mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo ji rojnameye me re wiha axivî: “Ji ber ku azadiya jinan mirina nijadperestiyê ye, her tim dibin hedefa dijmin û desthilatdaran. Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, ji bo me xwedîwateyeke girîng e. Di vê rojê de em bi daxuyanî, semîner û çalakiyên cuda dadikevin qadan. Herwiha em di çalakiyên xwe de, ji jinan re didin xuyakirin bê çawa destkeftiyên şoreşê û nasnameya jina azad biparêzin û têkoşînê pêş bixin. Ji ber ku jin desthilatdarî û tundiyê napejirîne her tim dibe hedefa êrişên zilam û civakê.”

BI ÇAV Û DILÊ JINAN LI JIYANÊ BINÊRIN
Rîhan Loqo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo guhertina hişmendiya baviksalarî û desthilatdaran, bi destpêkirina şoreşê re jinan bi têkoşîn û xebata xwe roleke girîng lîst. Rêsistina jinê Kongreya star jî di qada perwerdeyê de heta astekê bandorek erênî li civakê kir. Jin ne di rojekê de gihîşt vê astê. Ji bo jiyaneke azad bi hezaran jinan canê xwe feda kir û heta roja me ya îro jî li hemberî zehmetiyan li ber xwe didin. Jin jiyan e, jin dayîk e, jin xwîşk e û ji bo civaka xwe kedê dide. Ji bo wê banga me ji civak û malbatê re ew e ku rêzê ji keda wê re bigirin.”