Bi pêmana 25’ê Mijdarê pêşangeheke wêneyan hate vekirin  

51

Komelgeha Jinên Azad yên rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi pêmana Roja 25’ê Mijdarê pêşangeheke wêneyan li Silêmaniyê vekir.

Danê êvarê ji aliyê KJAR’ê ve bi pêmanaa 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, li Galeriya Emnesoreke ya Silêmaniyê pêşangeheke wêneyan hat vekirin. 18 hunermend û wênevan yên ji rojhilat û başûrê Kurdistanê bi 50 berhemên xwe tevlî pêşangehê bûn.

Tablo balê dikişinin ser jîrbûn û ezmûna jinan, herwiha şideta li ser wan.

Gelek welatiyan tevî gelek hunermend, çalakvan û waliyê Silêmaniyê serdana pêşangehê kirin.