4 zarokên efrînî bi mayîna çeteyên DAIŞ`ê bi giranî birîndar bûn

50

Li kantona Şehba mayînek ji bermayiyên çetetyên DAIŞ`ê bi 4 zarokên efrînî de teqiya. Di teqînê de zarok bi giranî birîndar bûn.

Her 4 zarokên birîndar ku 3 ji wan birayên hev in û yek lawê apê wan e, ji kantona Efrînê ne û ji bajarê xwe koçberî navçeya Til Rifet ya kantona Şehba bûne. Dema zarok li erdên çandiniyê yên navçeyê dilîstin, mayîna ji bermayiyên DAIŞ`ê bi wan de teqiya.

Navên zarokên birîndar wiha ne: Diyar Bekir (9), Nebî Bekir (15), Nazmî Bekir (13) ku ew her sê birayên hev in û lawê apê wan Qaziqlî Bekir (13).

Zarokên birîndar birin Nexweşxaneya Avrîn ya li navçeya Fafîn ya Şehba. Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku birînên zarokan kûr in û dibe ku seqet bimînin.