Xwe bi karê malê sînordar nekin

82

Jiyan BOZO/Ronahî-Amûdê

Di pêşxistina civakê de jin xwedîrolekî mezin e. Di qada jiyana siyasî û civakî de rolê wê ne kêmî yê mêr e. Bi taybetî pîşe taybetmendiyeke girîg bi jinê re çêdike. Di heman demê de bawerî û hêza wê xurttir dike û piştgiriyeke mezin dide aboriya civakê. Li bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo parastina nirxên xwe, jin bi kar û xebata xwe ji her êrişê re bûn bersiv û gavên pir mezin avêtin.

BI ISRARA XWE BI SER KETIM
Têkildarî mijarê ji kuaforên bajarê Amûdê Selwa Silêman Murad, li ser kar û xebata xwe ji rojnameya me re wiha axivî: “Ez karê xweşikbûna por û rûyên jinan dikim. Ji sala 2004an ve vî karî dikim. Min rojekê xeyal nedikir vî karî bikim. Lê wiha jî difikirîm; divê jin bêkar nemîne. Çi dibe bila bibe divê her jin karekî bike. Wê demê ji ber hin astengiyan min nikarî xwendina xwe bidomînim. Piştî zewacê min ji hevjînê xwe re got dixwazim kar bikim. Bi desteka wî min dest bi vî karî kir. Destpêkê min qet ji vî karî hes nekir. Ji ber wê min pir zehmetî kişand. Çimkî ji vî karî re hostetî divê. Lê piştî demekê bi israra xwe bi ser ketim û niha ji karê xwe pir hes dikim.”

MIN HÊZ JI JINA BERXWEDÊR GIRT
Selwa Murad axaftina xwe wiha domand: “Ez û hevjînê xwe demekê çûn Lubnanê. Min li wir jî karê xwe domand. Piştî demekê em vegeriyan Rojava. Ji bo min gaveke nû bû. Ji ber ku du zarkoên min yên piçûk hebûn her kes bi min re dibû alîkar. Ez keda hevjînê xwe û malabata xwe qet ji bîr nakim. Destpêkê min dixwest salona xwe li Qamişlo vekim, lê ji ber ku malbata min li vir bû min li vir vekir. Cara yekê bû ku jinek di nava bazarê de salona kuafortiyê vedike. Gaveke mezin bû. Her kes pê kêfxweş bû. Pir diwestiyam, ji 8ê serê sibê heta 8ê êvarê min kar dikir. Di encama wê kedê de niha li bajarê Amûdê û gundewarê wê salona min binavûdeng e. Min gelek keçên ciwan fêr kirin. Ji bo pêşketina kar tim li ser vekirina navendeke mezin difikirîm. Lê ji ber rewşa herêmê û êrişên dewleta tirkî ya dagîrker, min nikarî vekim. Lê pêştî berxwedana ciwanên me bi tayîbetî jina Kurd, min hêz ji jina berxwedêr girt û navenda xwe vekir.”

LI MALÊ RÛNENIN
Selwa Murad axaftina xwe wiha qedand: “Niha li navenda min 5 jin kar dikin. Ji bo pêşketina kar, her yek li ser beşekê disekine. Dixazim di paşrojê de kuafortiya mêran jî bikim. Di destê mirovan de pîşe tiştekî pîroz e. Jina kedkar di civakê de pir biqîmet e. Banga min ji jinan tevan re heye. Li malê rûnenin, çimkî em hêza vê civakên ne. Ji destê we çi bê bikin û li keda xwe xwedî derkevin.