Weqfa Jinan ya Girkê Legê, çalakiyên ji bo geşkirina behreyên jinan pêk anîn

41

Weqfa Jinan ya Azad ya navçeya Girkê Legê gelek derfet li pêşiya jinan vekirin; mîna projeyên aborî û zanebûnê da jin behreyên xwe pêş bixin û xwe zana bikin.
Weqfa Jinan ya Azad ya Sûriyê şaxê Girkê Legê ku 2017’an hatiye vekirin, hewl dide behreyên jinan bi perwerdekirina di gelek aliyan de xurt bike, derfetên xebatê li pêşiya wan veke, da rola wan di civakê de xurt bike.
3 endamên di weqfê de dixebitin, panelan didin û projeyan vedikin û dewreyên perwerdeyê didin.

WEQFA JINAN GELEK PROJE PÊK ANÎN
Weqfa Jinan ya Azad ya Girkê Legê gelek projeyên pêşxistinê mîna pêşxistina jinan û zarokan ji aliyê derûnî û moralê ve, pêk anîn.
Herwiha weqfê îsal dewreyên perwerdeyê yên pîşeyê dirûtinê vekirin û nêzî 100 jinî perwerde bi dawî kirin.
Li aliyekî din jî jin perwerdeya li ser hemşîretî û destwerdanên lezgîn ji aliyê kadroyên tenduristiyê ve distînin, da zarokên xwe di malê de tedawî bikin. Waneyên tenduristiyê derbarê nexweşiya pençeşêra singê, tenduristiya bedenê û hwd ji waneyên girêdayî laşê jinan de tên dayîn, ji wê zêdetir jî waneyên taybet yên xweparastina ji vîrûsa Koronayê tên dayîn.

PANEL Û SEMÎNERÊN REWŞENBÎRÎ
Endamên Weqfa Jinan semîner û panelên cuda didin jinên saziyên civaka sîvîl, endamên komînên gel û xwendekarên dibistanan. Da ku jin û endamên saziyan zana bin.
Îsal nêzî 5 hezar jinî sûd ji panelan girt. Panel li ser tenduristî, rola jinan di civakê de, xurtkirina jinan ku bibin piştgirên avakirina civakê, exlaq, çand û hunerê, bûn.
Endama rêveber ya Weqfa Jinan ya Azad Leyla Umer got weqfê derfet li pêşiya jinan vekir da ku behreyên xwe pêk bînin. Li aliyekî din jî derfet li pêşiya jinan vekir ku pişta xwe bidin xwe û kesayeta xwe di civakê de xurt bikin.

2 BAXÇEYÊN ZAROKAN JI BO PERWERDEKIRINA ZAROKAN HATIN VEKIRIN
Ji bo xurtkirina behreyên zarokan û alîkariya dayîkan ya zanakirina zarokên xwe, Weqfa Jinan 2 baxçeyên zarokan li navçeya Girkê Legê û gundewarê wê vekirin.
Jimara zarokan li her baxçeyî nêzî 40î ye, temenê wan di navbera 3 û 5an de ye.
Li her baxçeyî 5 mamoste kar dikin. Dewam heta nîvro dewam dike. Mamoste zarokan fêrî tîpan, imar, hunera wêne û hwd. dikin.
Leyla Umer diyar kir ku jinan di gelek aliyan de perwerde dikin û wiha pê de çû: “Gelek jin tev li dewereyên perwerdeyê dibin û hewl didin jimareke mezin ji jinan tev li dewreyan bibin û wan perwerde bikin.”
Endamên weqfê diçin gundên girêdayî Girkê Legê, bi taybetî gundên dûrî navenda bajêr da ku jinan li ser destwerdanên lezgîn perwerde bikin û semînerên taybet ji wan re li dar dixin.