Sebrî Nebo: Bi dehan şûnwarên dîrokî yên Girê Spî tên talankirin

52

Cîgirê hevserokatiya kantona Girê Spî şiyarî da ku çarenûsa bi dehan cihên dîrokî yên li kantona dagîrkirî mîna Dehlîz û Til Sahlan, tên talankirin. Herwiha bang li welatiyên herêmê kir ku rê nedin dagîrkeran ku şaristaniya wan ya kevnar talan bikin.

Artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê piştî ku 9`ê Cotmeha borî kantona Girê Spî dagîr kirin, hê cihên dîrokî yên kantonê mîna Til Dehlîz, Til Sehlan, Sebî Ebyed û bajarê Faw talan dikin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmên dagîrkirî, li hinek cihan bi dizî kolanên dikin û dewleta tirkî û çeteyên wê, vê hêsan dikin. Eger talankirina cihên dîrokî bidome, wê kereseateke mezin çêbe.

Cîgirê hevserokatiya kantona Girê Spî Sebrî Nebo şiyarî da û got wê ev talan bibe sedema keresateke çandî û şaristanî.

Nebo diyar kir ku dewleta tirkî ya dagîrker ji destpêka dagîrkirina kantonê ve, rê dide dizan ku cihên dîrokî talan bikin. Ev jî rê li pêşiya karesetekê vedike. Nebo got hêzên dagîrker dixwazin xezîneya çandî û şaristanî ya gelên herêmê talan bikin.

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li herêma Firatê 108 cihên dîrokî hene û 40 ji wan li herêmên dagîrkirî yên kantona Girê Spî ne.

Nebo bang li civaka navneteweyî û rêxistinên têkildarî parastina cihên dîrokî mîna UNESCO kir ku cihên dîrokî yên li herêmê biparêzin. Lewre mîraseke çandî, şaristanî û mirovî ji cîhanê tevê re ye.

Nebo herwina bang li welatiyên herêmên dagîrkirî jî kir ku rê nedin dagîrker û dizan ku mîrasa şaristanî û çandî ya herêmê bidizin.