PDK`ê kesên ji Mexmûrê revandîn, xistine zindana çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin

63

PDK`ê 11`ê Cotmehê 20 sîvîl ji Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) ya li başûrê Kurdistanê revandibûn. Li gorî endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Eştar Leyla Arzû Ayhan, kesên revandî di girtîgeheke li Hewlêrê de bi çeteyên DAIŞ`ê re dimînin.
Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) li başûrê Kurdistanê ji 18`ê Tîrmeha 2019`an ve, Wargeha Rustem Cûdî dorpêç kiriye.
Li kampê li derdora 12 hezar kesên ji bakurê Kurdistanê dimînin ku ji ber dewleta tirkî di salên 1990’î de koçber bûne. Wargeh girêdayî Komseriya Bilind ya Karûbarê Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî ye. Heta niha komseriyê li hemberî dorpêça PDK`ê komîseriyê ti helwest nîşan nedane û ji 2015`an ve ti alîkarî nedaye koçberan.
PDK`ê 11`ê Cotmehê 20 kes ji wargehê revandin. Digel bangewaziyan heta niha bernedane.
Têkildarî mijarê endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Eştar (Meclisa Jinan) ya Wargeha Rustem Cûdî Leyla Arzû Îlhan diyar kir ku PDK`ê kesên revandîn bi girtiyên DAIŞ`ê re li girtîgeha Hewlêrê digire.