NA JI ŞERÊ BIRAKUJIYÊ RE

157

Darîn SILÊ/Ronahî-Qamişlo

Piştî ku PDKê çekdarên xwe şandin herêmên gerîlayên HPGê, aloziyê dest pê kir û gengaziya şerekî navxweyî derket. Şerekî wisa wê li ser hebûna Kurdan bibe xetereke mezin. Gelê Kurd bi salan e zor û zehmetiyan dikşîne. Ji bo gihîştina jiyaneke azad û birûmet bi hezaran şehîd hatin dayîn. Şerê birakujiyê wê keda bi salan têk bibe.

EM NAXWAZIN PARTIYÊN KURDÎ BIBIN DIJMINÊN HEV
Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran ya bajarê Dêrîkê Salîha Qasim, li ser şerê birakujiyê ji rojnameya me re wiha axivî: “Ji bo yekîtiya Kurdan me Yekîtiya Rewşenbîran di vî alî de, gelek kar û xebat kir. Bêguman dewleta tirkî ya dagîrker dixwaze di nava me Kurdan de şerê birakujiyê derxe. Em dixwazin her partî, tevger, sazî û kesayeta Kurd xwediyê heman helwestê be û li hemberî vî şerî bisekine. Em naxwazin partiyên kurdî bibin dijminên hev. Çimkî eger yekîtiya me ya neteweyî çêbe wê li seranserê cîhanê bibe xwediya bandoreke mezin. Şerê birakujiyê ku PDKê li hemberî PKKê ragihandiye, wê destkeftiyên me yên li Rojava tevan têk bibe.”

EM DI PÊVAJOYEKE DÎROKÎ DE NE
Salîha axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî dixwaze sûdê ji vê aloziyê bigire û dijminatiyê bixe nava Kurdan. Ji bo wê divê gelê Kurd şiyar be û bizane ka di çi rewşê de ye. Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Zarokên me bi xwîna xwe dîrokeke nû bi tîpên zêrîn nivîsîn. Divê em van destkeftiyan bi hêsanî bernedin û planên dijmin bêbandor bikin. PDK bi vî şerî dixwaze hebûna Kurdan tine bike. Parçabûna ku niha li herêma Kurdistanê di navbera partiyên kurdî de heye, dihêle planên pir qirêj li ser wan bên kirin. PDK dixwaze vê li Rojava jî pêk bîne. Jixwe heta ku fikirê eşîrtî û desthilatdariyê hebe ti carî pêşketin çênabe. Ji ber vê hişmendiyê şer û bihevçûn wê bikeve nava Kurdan û kuştin jî çêbe.”

NA JI ŞERÊ BIRAYAN RE
SalÎha Qasim axaftina xwe wiha qedand: “Banga me ji partiyên kurdÎ re heye, xwe ji vê hişmendiya desthilatdar rizgar bikin. Şerê birakujiyê ji vê hişmendiyê derdikeve. Em Yekîtiya Rewşenbîran Şerê birakujiyê bi dijwarî red dikin û dibêjin; Na ji şerê birayan re.”