MSD amadekariya lidarxistina kongreyeke neteweyî dike

75
DCIM100MEDIADJI_0282.JPG

MSD amadekariya lidarxistina “Kongreya Neteweyî ya welatiyên Cizîr û Firatê” dike. Kongre wê dawiya vê mehê pêk were. Riyad Derar diyar kir ku di kongreyê de wê rewşa siyasî, leşkerî, rêveberî, perwerde û xizmetgûzarîya herêmê werin nîqaşkirin.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji 11’ê Îlonê ve bi durişma “Kongreya Neteweyî ji bo welatiyên Cizîê û Firatê” li bakur û rojhilatê Sûriyê dest bi komxebatan kir. Armanc ji vê xebaatê ew e ku kongreyeke niştimanî ji bo tevayiya gelên û civakên Cizîr û Firatê li dar bixin.
Di vê çarçoveyê de 13 komxebat li Hesekê, Qamişlo, Kobanê, Minbic, Tebqa û Reqa û komxebatek ji bo koçberên li herêmê hatin lidarxistin. Gelên herêmê, Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen û Çerkes beşdarî komxebatan bûn.
Girêdayî girîngiya komxebatan Hevserokê MSD’ê Riyad Derar ji ANHA re axivî.
Riyad Derar wiha got: “Komxebatên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hatîn lidarxistin xaleke girîng di jiyana siyasî û civakî de bûn. Piştî tecrûbeya Rêveberiya Xweser û ya MSD’ê ya 5 salan, herwiha ya Hêzên Sûriya Demokratîk, van komxebatan atmosfer û aktora rizgarkirina rewşa heyî û ya jiyanî danî.”
Derar got, tevî êş, zehmetî û ambargoyê ev komxebat ji bo pêvajoya aramî û avakirinê girîng in û wiha dewam kir: “Di van komxebatan de me guhdarî nêrînên welatiyên herêmê kir da ku rewşeke nû ava bikin.
Derar da zanîn ku pêvajoya aramî û avakirinê piştî kongreya neteweyî ya giştî ya ku tê payîn 25’ê Mijarê li dar bikeve wê ji nû ve dest pê bike û wê ji berê pirtir erênî û avakar be.
Derar axaftina xwe wiha domand: “Wê di kongreyê de nîqaş li ser mekanîzmaya itirafkirina bi materyalên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bê kirin. Ew jî mijareke girîng e ku beşda tev li ser axivîn.”
Hevserokê MSD’ê Riyad Derar wiha gotinên xwe bi dawî kirin: “Em li benda serkeftineke mezin ya vê kongreyê ne, ku çînên civakê tev destkeftiyên xwe fêm bikin. Ev jî bi beşdariyeke aktîf, rastî û piştgiriya nûkirina rastî pêkan e, da ku encamên wê serkeftî û xurt bin.”