Li cîhanê ser 54 milyon kesî re bi korona ketine

43

Li seranserê cîhanê heta nihaser 54 milyon kesî re bi nexweşiya korona ketine.
Li gorî daneyên dawî yên li ser malpera Zanîngeha Johns Hopkins ya Emerîka, Jimara giştî ya nexweşên korona (Covid-19) gihîşt 54 milyon û 370 hezar kesî.
Malperê ragihand ku jimara nexweşên korona yên baş bûyîn, nêzî 35 milyon kesî ye û jimara kesên mirîn ji milyonek û 3 sed hezarî derbas bû.
Di nava welatên cîhanê de, ji aliyê jimara nexweşên korona ve di rêza pêşî de Emerîka tê. Pişt re Hindistan, Brezîlya, Fransa, Rûsya, Spanya, Brîtanya, Arjantîn, Kolombya, Îtalya, Meksîka, Perû, Almanya, Îran û Afrîka Başûr tên.