Doza Min Kurdistan e

108

Sîpan Şînda

Kurd bê navber û westan ji 1919’ê ve ji bû Kurdistanekî serbixwe li himberî dagirkeran şer dikin. Çi li bakûr, çi li başûr, çi li rojhilat, çi li rojava be ferq nake; li kîjan qetê Kurdistanê serhildanek, tekoşînek çêbibe, kêm zêde hersê parçên din ji piştgirî dayîne. Ev ji diyar dike ku Kurd li ser êkûdu têşin, pişta êkûdu digirin û serê xwe li ser hevdu didin şikandin. Kurdan her tim şûrkêşiya yekûdu kirine. Bi taybetî ji piştî şoreşa li başûr di salên 1960’î de destpê kirî, Kurdan eva henê çi bi malê xwe, çi bi canê xwe, çi bi dilê xwe be dane xwiya kirin. Bi hezaran Kurdan navê zarokên xwe kirine Barzan, Mistefa, Celal, Mesûd, Leyla û navê pêşeng û qehremanên şoreşa başûr rakirine. Piştî şoreşa bakûrê Kurdistanê di bin pêşengiya PKK’ê de, di sala 1984’ê de destpê kirî ji, dîsa bi hezaran Kurdan navê Evdila, Egît, Mezlûm, Xeyrî, Zîlan, Bêrîtan, Viyan, Arîn Mîrxan rakirine û navê pêşeng û qehremanên şoreşa bakûrê Kurdistanê li her çar parçan dane jiyandin. Roja DAIŞ’ê êrîşî  Kerkûkê kirî hemû hêzên Kurdan bi hev re li himberî wan hovan şer kirin û şehîd dan. Gerîlla û pêşmerge mil bi milê hev re di çeperan de şer kirin û xwîna xwe rijandin li ser xaka xwe. Dîsa dema DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirî, herweha li her çar qetên Kurdistanê Kurd rabûn ser xwe û li himberî wehşeta wan derketin. Ji hemû deverên Kurdistanê keç û xortên Kurdan hilweşan qada şer, pêşmerge û gerîlla mil bi milê hev re di çeperan de şer kirin. Ew dîmenên pêşwazî kirina gel ya gerîlla li başûr û ya pêşmerge li bakûr hêj li ber çavên min in. Min wê rojê ji keyfa yekîtiyê rondik barandibûn. Û niha ji kalîn bi min dikeve û rondikên min têne xwarê. Lê mixabin ne ji keyfa yekîtiyê, ji qehr û tirsa birakujiyê…

Her çend eve sed sal in Kurd ji bû doza Kurd û Kurdistanê şer dikin û di nava tekoşîneke bê hempa de ne ji, lê belê diyar e ku hêj hestên Kurdan yên niştimanperweriyê baş ne pija ne.  Ew hêj di warê giyan, mejî, hest û zanyariyê de ne gihîştine asta netewên cîhanê. Jiber wê ye ku ew hê ji têne lîlstokên dijminan û îro wê dîsa li himberî hev kozik û çeperan çêdikin. Dibêje tu nezanî, feke cîranî. Ka berê xwe bidinê, dema behsa Kurdan di esmanê heftan de ji dibûre, her çar seyên har bi hev re nakin hewt hewt û êrîş nakin e?! Ezê bi meseleyekê biqedînim. Rojekê zilamek xwedî neyar dimire û cîranê wî ji dibêje ka ez mizgîniya mirina wî bibim ji neyarî wî re. Diçe li cem neyarê wî û dibêje mizgîniya min ji te re, neyarê te mir. Mêrik piçekê hizrê xwe dike û dibêje bira wele keyfa min nehatê. Ew dibêje çima, mane ew neyarê te bû. Dibêje rast e, ew neyaêr min bû, lê keyfa ji mirinê re nayê, jiber ku herkes wê bimire. Heke te gotibiya bê tifaqî ketiye di nava mala wî de û ew û maligiyên xwe ketine qirika hevdu, wê demê keyfa minê bi hatayê. Mixabin îro Kurd keyfa neyarên tîninê û dîsa ketine qirika hevûdu. Lê bila serok û rêberên Kurdan jibîr nekin, çi berjewendî ne ji yekîtiya Kurd û Kurdistanê mezintir e. Û heqê çi Kurdî nîne bêje Kurdê din ji bihûstek erdê Kurdistanê derbikeve. Doza Kurdan ne şerê birakujiyê ye, doza wan yekîtî û serxwebûna Kurdistana ye. Neke pêşmergê min neke, gerîlayê min neke; mala xwe bi destê xwe xira neke.