Dewleta tirkî ya dagîrker diwaze zeyta ji Efrînê talan kirî, bifiroşe Emerîka

37

Dewleta tirkî ya dagîrker, piştî Spanya û Almanya, niha jî dixwaze zeyta zeytûnên Efrînê ya talan kirî, bifiroşe bazara Emerîka.
Li gorî nûçeya malpera Duvar ya Tirkiyê, serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Antakya (Lîwa Îskenderûn) Hikmet Çinçin di civînekê de diyar kiriye ku wezareta çandinî û ekonomiyê, destûra firotina zeyta zeytûnên Efrînê daye kooperatîfa krediyê ya çandiniyê ku girêdayî wezareta çandiniyê ya dewleta tirkî ye.
Hikmet Çinçin got, min niha bihîst ku nûnerên Kooperatîfa Krediyê ya Çandiniyê ji bo bazara zeyta zeytûnan çûne New Yorkê. Dixwazin 90 hezar ton zeyta ji Efrînê anîn, bifiroşin bazara Emerîka.
Dewleta tirkî ya dagîrker, li Efrîna dagîrkirî dest daniye ser zeviyên zeytûnan yên efrîniyên dayîn koçberkirin.
Li gorî rayedarên Meclisa Kantona Efrînê, di nava 3 salên derbasbûyî de dewleta tirkî ya dagîrker bi hezaran ton zeytûn û zeyta wan ji Efrînê derbasî Tirkiyê kirine.
Herwiha eşkere bûbû ku dewleta tirkî beşek ji zeyt û zeytûnên talan dike, li bazara Spanya û Almanya difiroşe.