Çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê didomin

75

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Hesekê têkildarî tundiya li ser jinan semînerek da.

Semîner bi beşdariya bi dehan ciwanan li navenda Ciwanan ya li taxa Nasira ya bajarê Hesekê hat dayîn.
Endama Navenda Jineolojî Henaa Dawud ya semîner dayî behsa cureyên tundiya li ser jinan tê meşandin kir û got, li ser jinan gelek cureyên tundiyê tên kirin, ji wan tundiya fîzîkî, fikrî, cinsî û dirûnî ye.
Herwiha da zanîn ku tundî binpêkirina mafên mirovan û zayendperestî ye, di encamê de her cureyê tundiyê li ser esasê zayendperestiyê ye.
Henaa diyar kir ku tundî dibe sedema ziyanên fîzîkî, cinsî, dirûnî û aborî û dibe ku ziyanên mezin li derûniya jinan bike û ji mafê azadiyê bêpar dihêle.
Di dawiya semînerê de Henaa Dawud bang li jinên cîhanê kir ku li hemberî tundiyê bisekinin û daxwaziya mafên xwe bikin.