Bi nêzîkbûna Roja Zarokan re rêxistinên mirovî û yên jinan banga parastina zarokan kirin

41

Bi pêmana Roja Zarokan ya Cîhanê (20`ê Mijdarê), Rêxistina Sara bi koordîneya rêxistinên civaka sîvîl daxuyaniyek da û banga parastina zarokên li Sûriyê kir.
Daxuyanî li kampa Serê Kaniyê bi 3 zimanan hat xwendin. Endamên Rêxistina Sara û rêxistinên civaka sîvîl tevlî xwendina daxuyaniyê bûn.
Endama Komîteya Civakî ya Rojava Gulistan Elî daxuyanî bi zimanê kurdî, endama rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan ya Herêma Cizîrê Xalîde Îsa bi zimanê erebî û endama rêveberiya Rêxistina Sara Nede Melkî bi zimanê ingilizî xwend.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bakurê Sûriyê bûbû stargeha tevayiya koçberên sûrî lê ji ber êrişên dewleta tirkî welatiyên herêmên ku koçber pêşwazî kirine, dan koçberkirin. Bi taybetî piştî êrişên ku bûn sedema koçberiya zêdetirî 600 hezar sivîlan.
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di Roja Zarokan ya Cîhanê de em li kampa Serê Kaniyê ne ku 5 hezar û 572 sîvîlên Serê Kaniyê ku piraniya wan jin û zarok in, hembêz dike. Ew ji ber şerê dewleta tirkî û hovîtiya komên çekdar yên bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” ji malên xwe koçber bûn, da ku xwe biparêzin.”
Rêxistinan bang li civaka navneteweyî kir ku erkên xwe bînin cih û şerê li dijî sîvîlan rawestînin. Alîkariya xwarin û tenduristiyê ji wan re pêşkêş bikin. Ji durûtiya di danûstandinên bi koçber û penaberên Sûriyê re dûr bikevin û dagîrkirina erdê Sûriyê bi dawî bikin. Herwiha vegereke ewle ji koçberan re peyda bikin da ku vegerin malên xwe.
Piştî daxuyaniyê rêxistinan diyarî li zarokên kampê belav kirin.
Rêxistinên daxuyanî imze kirîn, ev in: Rêxistina Mafên Mirovan ya Herêma Cizîrê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li dijî Jinan, Rêxistina Şar ya Geşepêdanê, Komeleya Aştî û Mirovahiyê, Komeleya Şawîşka ya Jinan, Tora Lîderên Aştiyê, Rêxistina Stêr a Geşepêdanê, Rêxistina Aşna ya Ciwanan, Rêxistina Jiyan Foundation û Rêxistina Ziyan ya Mafên Mirovan.