58 kesên din bi korona ketin, 4 jî mirin

66

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, ragihand ku roja Pêncşemê 58 nexweşên korona hatine tomarkirin û 4 jî mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirîn mêr in, dudu ji Qamişlo, yek ji Hesekê, yê din ji Dêrikê ye.
Ciwan Mistefa diyar kir ku 31 mêr 27 jin, 58 nexweşên nû hatine tomarkirin û li van herêman in:
14 Hesekê, 11 Dêrikê, 15 Qamişlo, 1 Amûdê, 1 Girkê Legê, 1 Dirbêsiyê, 2 Çilaxa, 2 Dêrezor, 11 Şehba.
Ciwan Mistefa bîr xist ku rewşa 27 kesan jî baş bûye.
Li gorî van daneyan, li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê jimara nexweşan bû 6 hezar û 478, ya miriyan jî 172. Jimara kesên baş bûyîn bû 932.