10 leşkerên artêşa tirkî ya dagîrker hatin kuştin

47

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li herêma Zapê de 10 leşkerên artêşa tirkî ya dagîrker hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne. Herwiha 2 gerîla jî şehîd bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê têkildarî çalakiyên dawî yên gerîla, agahî dan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Operasyona artêşa Tirkî ydagîrker 14’ê Mijdarê li herêma Zapê dayî destpêkirin, hê jî dewam dike. 14’ê Mijdarê li dijî dagîrkerên ku hewl didan li qada Qela Bêdewê bi cih bibin, bi rêbaza sabotajê çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalalkiyê de 2 dagîrker hatin kuştin.
15’ê Mijdarê li herêma Nêrwe di şerê navbera leşkerên Tirk û gerîla de hevriyên me Partîzan û Gabar şehîd bûn.
16’ê Mijdarê li Girê şehîd Mûnzûr di çalakiya li hemberî leşkerên tirk de 5 leşker hatin kuştin. Jimara giştî ya dagîrkerên hatîn kuştin 10 e.