Bi pêmana rojbûna Hevrîn Xelef darên yasemînan hatin çandin

76

Di salvegera jidayikbûna şehîd Hevrîn Xelef de, çalakvanên sîvîl roja Yekşemê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê darên yasemînan çandin.

15ê Mijdarê salvegera jidayikbûna sekretera giştî ya Partiya Sûriya Paşrojê şehîd Hevrîn Xelef bû ku sala 1984`an li Dêrikê ji dayik bûye. Çeteyên artêşa tirkî ya dagîrker 11`ê Cotmeha 2019`an, dema ku erebeya Hevrîn Xelef di riya M4 re derbas dibû, bi awayekî hovane şehîd xistin.
Di salvegera jidayîkbûna “Şehîda Yasemînan” de, çalakvanên sîvîl tevî dayîka şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mihemed li gelek bajar û navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê darên yasemînan çandin.